Cîhan

Hoyle: Pîrozkirina Newrozê naskirina nasname û çanda Kurdî ye

Di dîroka Parlementoya Brîtanyayê de cara yekem ji bo Newrozê resepsîyonek hat lidarxistin.

Ji bilî mêvanên navdar yên Kurd, gelek dostên Kurdan, parlementerên Brîtanî, lord û nûnerên welatên cuda beşdarî bernameyê bûn.

Serokê Meclîsê Lindsay Hoyle, di reseprîyonê de axaftinek kir û got: “Hevalên hêja, mêhvanên rêzdar, berî her tiştî bi xêr hatin. Em kêfxweş in ku gelek kes ji bo beşdarbûna resepsîyona taybet a Newrozê li vir in. Ez dizanim ku di dîrokê de gelê Kurd azad nebûye ku bi nasname û çanda xwe çalakîyên taybet li dar bixin, lewma lidarxistina vê çalakîyê, li vir, li salona civînê, naskirinek girîng a nasname û çanda Kurdî ye”.

Şaredarê Kurd ê Taxa Lambeth a Londonê Îbrahîm Doguş di resepsîyonê de beşdar bû û axavtinek kir.

Doguş di axavtina xwe de anî zimên û got:“Ez û Serokê Parlamentoya Brîtanyayê di heman partîyê de ne, lê ev merasîm ji bo vê yekê nehat lidarxistin. Ji ber ku civaka Kurd li Îngilîstanê bihêz bûye û hejmara Kurdan zêde bûye, naskirina çanda Kurdî jî zêde bûye. Herweha nêzîkbûna gelê Brîtanyayê bi Kurd û Kurdistanê re di van salên dawî de pêş ketiye. Em wek civaka Kurd li her derê pêş de diçin. Îro di dîroka Brîtanyayê de yekem car Serokê Parlamentoyê ji me re resepsîyona Newrozê li dar xist. Ji hemû partiyan bi sedan kes hatin”.

Parlamenterê Brîtanya Lloyd Russell-Moyle lî axivî û got: “Me Newroza îsal li salona parlamentoyê pîroz kir. Ev tê wateya ku parlamento, serokê parlamentoyê, parlamenter û hemû partî cejna Newrozê pîroz dikin û rêz û hurmetê digrin. Berê di odeyan de, lê vê carê li salona parlamentoyê pîroz dikin. Ev mikurhatinek girîng e, bi taybet dema ku Kurd li cîhanê hê jî li pêşîya azadîya xwe rastî astengîyan tên”.

Back to top button