Civak

Gotara hevkariya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî

 
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ
 
Rêzdar malbata gorrbehişt Cewher Namik Salim,
Rêzdar Partiya Demokrat a Kurdistanê,
Rêzdaran heval, dost û hogirên kek Cewher,
Hevwelatiyên hêja,

Em li vir, ji bo sersaxî û wefadariya serkirde û siyasetmedarê mezin Cewher Namik Salim kom bûne.

Nûçeya koça dawîn ya pêşmerge, kesayetiya binavûdeng û mezin, siyasetmedar û serkirdeyê hêja Cewher Namik Salim em gelek xemgîn kirin. Bi koçkirina dawîn ya Cewher Namik, neteweyê kurd siyasetmedarekî jêhatî jidest da ku zûbizû cîhê wî nayê dagirtin.

Bila serê malbata wî, serê hemû endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê, serê dost û hevalên wî û bi tevahî serê miletê kurd sax be!

Gorbehişt xwediyê kesayetiyeke binavûdeng û mezin bû; mirovekî hêja û di nav gelê kurd de jêheskirî bû. Cewher Namik xwediyê sozê xwe bû. Ew di şoreşgeriyê de, di siyaset, dîplomasî û di serkirdayetiyê de gelekî serkeftî bû, ji bo gelê kurd gelek kar û xizmetên mezin kirine ku di diroka me de dê wek nimûne hertim liber çavên me bimînin.

Cewher Namik di germûguriya Şoreşa Îlonê de, wek pêşmergeyekî qahreman û kadirekî pêşketî tev li Şoreşa Îlona mezin bû. Jiber ku welatperwerekî bi hest û baweriyeke xurt bû, di heman demê de, di nav dezgehên berpirsiyariyê de cîh girt. Di destpêka Şoreşa Gulanê de, kek Cewher mêrxasê rojên tangaviyê bû. Ew têkoşerekî bi cureet, wêrek û çavnetirs bû. Evîndarê rêkûpêkî û rêxistna şoreşgerî bû. Di kar û xebata xwe de gelek sirt û bi heybet û bi heyecan bû. Rola wî ya girîng di serokayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê de, dê her li bîra gelê me bimîne.
Di salên pirr zehmet û ne xweş de, di destpêka Şoreşa Gulanê de, di dema serkirdayetiya katî ya Qiyadeya Muwaqet de mêrxasî, şoreşgerî û navûdengê Selîm Soran devera Badînan hejandibû. Ji rejîma dîktator û faşîst re serêşiyeke mezin derxistibû.

Bêguman, Cewher Namik şagirtê Berzaniyê mezin bû û hevalê Serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Berzanî yê şoreşê bû.

Cewher Namik di nav refên Partiya Demokrat a Kurdistanê de, bi bîrûbaweriyên welatperweriyê, bi hestên fedakriya Kurdistanê hatibû perwerdekirin.

Jiber jîrî, dilsozî û mêrxasiya wî di sala 1992 an de wek yekemîn serokê yekem Parlamena Kurdistanê hat hilbijartin û di karê xwe de gelek serkeftî bû. Kek Cewher gelek yasayên girîng  û pêwîst bi Parlemane Kurdistanê da pejirandin. Paşê di sala duhezarî de wek sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê berpirsiyarî wergirt û bi tevgêra siyasî ya hemû beşên Kurdistanê re peywendiyên xwe xurt kirin  Ji bo hemû beşên Kurdistanî siyaseteke netewî domand.

Di van çend salên dawîn de her çendî kek Cewher ji karê siyasî dûr ketibû jî, lê bi qelema xwe xizmeta demokrasîkirina pêvajoya tecrûbeya Kurdistanê kir.

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya hêzên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, li xebat û têkoşîna şoreşgerê mezin, gorrbehişt Cewher Namik rêz digrin û em dê hertim wê kesayetiya mezin bi wefadarî û bi rûmet bibîr bînin.

Careke din serê malbata wî, serê hemû endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê, serê dost û hevalên wî û serê neteweyê kurd sax be!
Cîhê wî behişt be!

Digel rêz û silav
27.03.2011

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ
 

Back to top button