Cewher Namiq li Swêdê hate bibîranîn
Îro (27ê adarê) li paytexta Swêdê Stockholmê, Xwedêjêrazî Cewher Namiq – yekem serokê Parlementoya Kurdistanê û endamê serkirdayetî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, hate bibîranîn.
Di merasim a bibîranîna Cewher Namiq de, Balyoz ê Iraq a Federal Dr. Husên Al – Amirî, partiyên siyasî ji her çar perçeyên Kurdistanê û Iraq a federal, rewşenbîr û kesayetiyên Kurd amade bûn. Di roja bibîranînê de axaftina Cîgirê Serokê PDK Neçîrvan Barzanî li ser kesayetiya Cewher Namiq hate xwendin. Herweha Nûnerê Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê, Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rêxistina Swêdê, Hizba Demokrat a Kurdistana Iranê, Hizba Demokrat a Kurdistanê peyamên xwe yên sersaxiyê gihandin amadevanan. Gelek birûskên gihiştî merasima bibîranînê: ya Balyoz a Iraq a federal, Partî û Rêxistinên Kurdistanî, Partiyên Iraqî, rewşenbîr û kesayetiyên Kurd li Swêdê jî hatin xwendin.