Îroj

28'ê Adarê

28’ê Adarê

Di sala 1974’an û di rojekî wekê îroyê de li Iraqê hat girtin û di heman salê de hat darvekirin

Leyla Qasim (di sala 1952’ê li Xaneqîn; † 12’ê gulana 1974ê li Bexda) yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê da wekî pêşeng û qehremana şoreşgêrîyê dihêt niyasîn.

Leylaya Qasimî di nav hevalên xwe da ji yekî hez dikir ko navê wî Cewad bû. Ew hertim bi hev ra dixebitîn. Leylayê bi hevkariya Cewadî Yekîtiya Qutabî yên Kurdistanê ya di bin seroktiya Adil Muradî da niyasî û wekî endam tevî wan bû û her bi desteka Cewadî, tevî refên pêşmergeyan bû.

Li Zanîngeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên din da pêşverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê ra da selmandin(îsbatkirin). Herçend bû Cewad xwendevanê zanîngehê nebû û karkerê karxaneya (fabrîkaya) zeytê bû, wê ew wekî hevalê jiyana paşerojê hilbijart bû. Leylayê bi wan xebatên xwe îspat kir ko di şoreşê da û di civakê da jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derbikevin.

Biryareka Dîrokî

Leyla û Cewad ko xwedî baweriyeka mezin bi doza neteweya xwe bûn, li sala 1974ê bi hevra gotarek li ser rewşa civakzanistî ya Kurdan nivîsî û li derfetekê digeriyan ko gotara xwe biweşînin û di nava gelî da belav bikin. Lê destpêkirina şerî ji nûve û girtina wan bû sedema hindê ko gotara wan ji aliyê sîxurên Beesê ve hat wenda kirin. Piştî xebata salên dijwar û giran li 11’ê Adara sala 1970’ê, piştî danûstanên dûr û dirêj di navbera serokkomarê Iraqê û nemir Mele Mistefayê Barzanî da, di çarçûveya Iraqê da otonomî ji Kurdên Kurdistana Başur ra hat diyarkirin. Rewşa şerî û aştiya di nava Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê da heya Îlona sala 1974ê domand.

Di wê serdemê da Emrîkayê jî hevkariya serhildana Kurdan dikir, lê mixabin dema ko bi rastî pêdvî bi hevkariyê hebû, dewleta Emrîkayê ew bi tenê hiştin û destûr da jandarmê xwe yê rojhilata navîn Mehmed Reza Şahê Pehlevî ko ji bo şkandina şoreşa Kurdan hevkariya Beesiyan biken.

Piştî wê, dema ko Emrîkayê û rejîma Îranê destê xwe ji piştgiriya Kurdan berd, rejîma Iraqê dijberî Kurdan şerekê giran û hovane destpêkir û ji nişkave di civakê da pir tevlihevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasî ya Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li Bexdayê endamên Îstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên niştîmanperwer girtin û rewşek tejî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb ra afirand. Herwiha li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û li 24ê Nîsana sala 1974ê bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombaran kirin ko di encamê da çend xwendevanên Kurd jî şehîd bûn.

Piştî vê yekê, Beesiyan hêrişî ser bajarê Helebçeyê kir û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birîndar kirin. Li hemberî van hovatiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û sivîlan ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leylaya Qasimî û Cewadê Hemewendî di wê baweriyê da bûn ko divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê belkî xebata herî giran pêwîste di nava cergê dijmin da û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bihêt domandin.

Roja 28ê Nîsana sala 1974ê (28.04.1974) Leyla û çar hevalên wê Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî hatin girtin û rejîma Bexdayê di Rojnameya Elsewre organa fermî ya dewletê û di radiyo û televîzyona xwe da ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştiya cîhanê ra dan niyasîn.

Leyla û hevalên wê di girtîgehê da rastî şikence û azareka pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ko piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt da (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheka formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.

Taybetmendiyên Leyla Qasimê û gotina dawiyê

Li gor dîtina ew kesên ko ji nêzve Leylayê diniyasin û ew dîtîye, Leyla keçeka netirs, zîrek, axiftin xweş, esmer, bejin bilind û şirîn bû û di karê rêkxistinê û hizbayetîyê da jî bi dîsîplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam didan. Wê di çaxê ko di bin çavdêriya êstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jê ra got:
“Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ko bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ko bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê da canê xwe fîda dikim'”

Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê dizanî ko eger keçeka wiha xwedîbawerî zindî bimaba dê bandoreka mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêkbiînaba. Ji bona wê jî di demeka kin da bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û li roja 12ê Gulana 1974ê, li seet 7’ê berê sibê Leylaya Qasimî û hevalên wê îdamkirin.

Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû şikence kirin, lê ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagîrkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meşiya. Di deqîqeyên dawîyê de wê nehişt ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê biden. wê bi xwîndina marşa netweyî ya Kurdî (Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistan ji herkesî re da selmandin.

Piştî şehîdkirina wan, Selamê birayê wê jî li Bexdayê ji aliyê Beesîyan ve hat şehîdkirin. Guneha Selam tenê ew bû ko wêneyê Leylayê gehandibû destê xwendevanên Kurd ko li Ewrûpayê dixwînd û endamên YQK bûn.
Beesiyan ji Leylayê daxwazkir ko bi nivîsîna nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bikit û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan ra diyar bikit. Leylaya Qasimî bi nêrîneka hişik û tifa ko avêtî ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da:
“Ger ko ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşiman bibim ew e ko ez zû dimirim bêy ko bikaribim demeka dirêj ji gelê xwe ra xebatê bikim û eger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim. Ji ber ko di rastîyê da, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kirye.”

Şehîdkirina Leylayê û karvedana (reaksiyona) Kurdan

Şehîd kirina Leylaya Qasimî û hevalên wê bû sebeb ko gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên Kurd. Gelê Kurd li hemî perçeyên Kurdistanê Leylaya Qasimî wekî qehremaneka neteweyî dibînin. Li sala 1974ê dema ko Leyla hat şehîdkirin, li seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hibijartin.

Piştî salên dûr û dirêj rêya Leyla Qasimê bi şêweyekê berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leylaya Qasimî ya serbilind û netirs û îro jî Zîlan, Binefş, Bêrîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Leyla Zana û bi hezaran şêrekeçên çeleng û qehreman li ser rêya Leylayê dimeşin.

Leylaya Qasimî û ramanên wê

Li gor dîtina Leylaya Qasimî çewsdandina jina Kurd tenê di çarçûvê zulm û zordariya mêrê Kurd da bi sînor nebû, belkî wê ji bo guherandineka giştîxebat dikir. Di vê barê da Leyala dibêjit:

“Şêweya guherandinê di nava civata Kurdistanê da hewcedara guherandineka siyasî, civakî û aborî ye û eger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî dê hertim bihêt bin pêkirin.”

Navê Leylaya Qasimî di nav helbest û stranên Kurdî da

Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremanîya Leylayê kirîye û li ser wê helbest ristine. Seyda Hêmin Mûkryanî şaêrê millî yê çaxê komara Demokratîka Kurdistanê li ser qehremanîya Leylayê wiha dibêjit:

Ke to toray le çawim wek xewî min
Le biskit reştire mangeşewî min
Biro Mecnûn be Leylay xot menaze
Ke nawbangî pitir derkird ewî min

Bizey hatê, witî celadî xiwêrî!
Be keyfî xot petit bawêje estom
Ewe pet niye mîdalî îftixare
Ke bûme qaremanî mîlletî xom.

Herwiha Seyda Cigerxwîn di helbesteka xwe da bi xembarî li ser şehîdbûna Leylayê wiha dibêjit:

Leyla keça Mît û Meda
Canê xwe da di ber me da
Bijîn heçî ko canfîda
Xweş bin ji te jar û geda

Leyla çiraxa şevreş e
Wê rû li Kurdan kir geş e
Kuştin bi me Kurdan xweş e
Zordarî êdî nameş e!

Leyla bijî, sed aferîn
Ji bo me bûye ol û dîn
Dîsa li min der bûn birîn
Heta ciger min bûye xwîn!

Seyda Şêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanê E’reb yên mîna Udunîs di helbestên xwe da behsa canfîdayiya Leylaya Qasimî dikin. Wek dibêjin hinek helbestvanên Filistînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirîye.

Herwiha hunermendên Kurd li her çar perçên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfîdayîya Leylayê bi bîr diînin:

Hunermendên navdar Şehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên şaêrên Kurd ko derheqa Leylayê da vehûnandine bi awazên xweş stirandine.

Back to top button