Nivîsar

Cewher Namiq bi çavê kurdekî dervayî Kurdistanê

Cewher Namiq bi çavê kurdekî dervayî Kurdistanê

Têmûrê Xelîl

Min birêz Cewher Namiq nas ne dikir. Lê gava ez ji çapemenîya kurdî pê hesiyam, ku ew rêberekî Partîya Dêmokratî Kurdistana Başûr, serokê pêşin yê Parlamêntoya Kurdistanê bû û ji alîyê Barzanîyê Mezin da dihate hizkirin, min biryar kir, ku 27ê adarê herim ser şîna bîranîna wî, ku minetdarê kar û barên wî li Stockholmê organîze kiribûn, da ku zêde kar û xebatên wî bihesim.

Ji axavtina çend sîyasetmedar, nûnerên partîyan, hevalên wî yên rojên oxirmên giran ez kêm-zêde ji karê wî hayadar bûm û serbilind bûm, ku di nav gelê me da kesekî wisa dilsoz û zane hebûye. Min tiştekî din jî texmîn kir: Di nav çend sed kesên li wir amadebûyî da kurdên ji hemû perçeyên Kurdistanê û dervayî Kurdistanê jî hebûn. Ez fikirîm, ku berî 30-40 salan kurdên her perçeyekî ji bo şahîyekê, şînekê bi serî xwe berev dibûn. Ango, kurdên bakur cuda, yên başûr, roava û rohilatê jî cuda. Gelo tesedûf e, ku îro kurdên hemû perçeyan karê xwe hevgirtî dimeşînin? Gelo ev yek bi serî xwe bûye, ku kurdên ji perçeyên cuda-cuda, heta yên dervayî Kurdistanê jî, şîna kurdekî perçeyekî şîna tevaya kurdan dibînin? Ez hatime ser wê bawerîyê, ku ew ne tesedûf e, ku hinekan ev kar dest pê kirine. Û hatime ser wê bawerîyê, ku yek ji wan kesên, ku destpê kirîye birêz Cewher Namiq bûye.

Dema sala 1975an, piştî lihevkirina Îraqê û Îranê û îmzekirina Peymana Cezayîrê ra Şorişa Kurdistana Başûr şikest, kesên wek Cewher Namiq zane kûr û dûr fikirîn û biryar kirin şorişê berdewam bikin, geş bikin. Ewana firehtir fikirîn û xwestin wê şorişê belayî ser tevaya Kurdistanê bikin. Lema jî pêwendî bi birayên xwe yên bakur ra danîn, bêy ku guh bidine sînorên di navbera başûr û bakur da kişandî. Rêvebirê wî karî ji Başûr Cewher Namiq bû, ji Bakur jî Ebdurehmanê Gundikî bû. Û îro di serketina Kurdistana Başûr da, bê şik, keda van camêran û yên wek wan pir e.
Wê roja şînê min xwe zêde kesekî Kurdistanî dît.

Wê rojê ez hatime ser wê bawerîyê ku Cewher Namiq cewherek bû.

Back to top button