Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Ehmedî Nejad ve hat pêşwazîkirin
Bi armanca beşdarîkirinê di merasimên pîrozkirina cejna Newrozê de, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya heyetekê ku, ji Fazil Mîranî sekreterê PDKê, Azad Berwarî endamê polîtbûroya PDKê, Ebdulmeheymen Barzanî endamê civata serokatiya Partiyê û Ebdula Akreyî berprisê ofîsa peywendiyên Partiyê li Teharanê pêk hat bû, duhî gihiştin Tehranê û li balefirgeha Mihirabad ji aliyê Hisên Kemaliyan cîgirê rêvebirê giştiyê karûbarên Rojhialta Navîn li wezareta derve ya Îranê, Hesen Kazimî sefîrê berê yê Îranê li Îraqê û Seyd Uzêm konsolosê konsolxaneya Îranê ya li Hewlêrê û Omer Nazim nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Îranê ve hatin pêşwazî kirin.
Îro di çaçrçoveyê merasimêm pîrozkirina cejna Newrozê de, Nêçîrvan Barzanî cigirê serokê PDK û heyeta pê re li Tehranê ji aliyê Ehmedî Nejad serokê komara Îslamiya Îranê ve hat pêşwazî kirin.