Hevpeyvîn

Kirbaşoglu: Li Tirkiyê dîktatoriya sivîl hê jî serdest e

Mamostayê fakulteya îlahiyetê yê zanîngeha Enqerê Prof. Dr. Hayrî Kirbaşoglu, derbarê polîkîtaya hikûmeta AKPê ya Rojhilata Navîn de reaksyon pêşan da û got: ‘’Tirkiye wek Amerîka  li gor berjewendiyên xwe tevdigere, li gor exlaqî tevnagere. Tirkiye dijî misilmanên ku wek wan nafikire polîtîkayên engizisyonê pêk tîne. Divê gelê Tirkiyê gelê Misrê ji xwe re bike mînak.’’

Mamostayê fakulteya îlahiyetê yê zanîngeha Enqerê Prof. Dr. Hayrî Kirbaşoglu, derheqê geşedanên Rojhilata Navîn de nerînên xwe bo DİHA-yê anîn ziman û diyar kir ku geşedanên wek “Şoreşê” her kesî dixe nav heyecanê. Kirbaşoglu, da zanîn ku bi mudaxeleya Amerîka û rojava, welatên Rojhilata Navîn ketine nav pêvajoyek nû û helwêsta Tirkiyê ya li hemberî welatên herêmê rexne kir: “Serokwezîr Recep Tayip Erdogan dibêje ‘Em nikarin berê çekên xwe bidin gel û welatên cîranên xwe. Lê berevajiya vêna ligel welatên Amerîka û Ewrûpayê beşdarî operasyona dijî Lîbyayê dibe.”

 Kirbaşoglu, bibîrxist ku hemû welatên Rojhilat ne homojen in û wiha axifî: “Herçiqas welatên Ereb di warê çand, ol û dirokê de hevbeş bin jî dîsa di navbera wan de cudatiyên mezin hene. Di aliyê rêveberî û aborî de cudatiyên mezin hene. Serhildanên ku li Misir û Tunisê dest pê kirin, ji ber destpota rêveberiyê ya li ser gel bû. Dema em li bûyerên Misir û Tunisê dinerin, em dibînin ku bêyî Amerîka çêbûne. Gelek saziyên sivîl ên civakî yên hevkarên Amerîka hene, lê bandora van saziyan li ser çalakiyên gel çênebûye. Herçiqas geşedanên li Misir û Tunisê pêk hatibin jî Amerîka dixwaze li gor xwe van geşedanan bi teşe bike.”

Prof. Dr Kirbaşoglu, li ser bandora ola Îslamê ya li ser welatên Rojhilata Navîn jî nerînên xwe wiha anîn ziman: “Em dibînin ku di warê olê Îslamê de di nav welatan de parçebûnek heye. Di aliyê olê Îslame de yekîtiyek nîne. Di vî warî de hêviyên Lîbya jî vala derketine. Dema em li rêveberiyên welatan jî dinerin, em dibînin hemû serokdewlet ê ku temenê wan mezin bûne dixwazin dîsan desthilata xwe berdewam bikin û zarokêm xwe li şûna xwe bicîh bikin. Ez gelek caran çûm welatên Îran, Sûriye, Urdin, Lubnan, Tunis, Misir û Fasê, li van welatan jî tevlihevî heye.”

‘Li welatên Ereban jî wek gelê Kurd dijber hene’

Prof. Dr. Kirbaşoglu, da xwiyakirin ku geşedanên li welatên Ereb pêşdara di gelek mejiyan de şikandiye û dîsan li koka xwe vedigerin. Kirbaşoglu, bal kişand ser rewşa Tirkiyê jî û got li Tirkiyê komên çepgir/sosyalîst, mihafezekar û Kurd hene û wiha pêde çû: “Wek rewşa Tirkiyê li welatên Ereb jî Kurdên wan hene. Kurdên Efrîqa Başûr neteweya Amazik in. Ew jî wek gelê Kurd ji nasname û çanda xwe bepar hatine hiştin. Li Lîbya û Tûnis û Fasê belav bûne. Herwiha Yemen ango Zeydî jî wek Barbaran tên zanîn, lê ew jî xwedi maf û çand in.”

‘Divê gelê Tirkiyê raperînên Misrê ji xwe re bike mînak’

Prof. Dr. Kirbaşoglu, da zanîn ku welatên Ereb ên din li gor Misir û Suriyê bêhtir xwedî şens in û wiha lê zêde kir: “Li wan welatan sosyalist, troçkist, Îslamî, Sunnî, Şîî, hemû kom di nav hevde bi hevre dijîn. Welatên Misir, Tunis û welatên din di aliyê dij-empayalizmê de dibin yek. Li van welatan çînên bindest, ciwan û betal li gor Tirkiyê zêdetir pêşketî ne. Dema li Misrê nan bibe 5 quruş milet derdikeve kolanan. Lê li Tirkiyê benzîn bû 4 lîre dîsan li ba her kesî wek tiştekî asayî hat dîtin. Divê Tirkiye Misrê ji xwe re bike mînak.”

‘’Li Tirkiyê dîktatoriya sivîl hê jî serdest e’’

Kirbaşoglu, daxwiyand ku li Tirkiyê hê jî dîktaroriya sivîl serdest e û wiha berdewam kir: “Kemalîst, Pozitivist, Laik, li şûna çepkira kevnerû, dixwazin Îslama nerm ava bikin. Îro li şûna feraseta berê Îslama nerm serdest e. Tê gotin ku cemaeta Fetullah Hoca di nav hikûmetê de xwe bi rêxistin dike. Ev karên han ne baş in. Xwedê zilmê qebûl nake. Zilma li Misilmanan tê kirin nayê qebûl kirin. Civaka Tirkiyê ber bi civaka serfkariyê ve diçe. Hilberîn û afirînerî tune. Êdî “Cîhada Îslam” bûye holdîng.”

Kirbaşoglu, destnîşan kir ku hesabên Tirkiye û welatên rojava yên li hemberî Lîbya ligel rastiyê naguncin lewra êrîş kirin û got: ‘’Tirkiye, Amerîka û Ewrûpa ji bo berjewendiyên xwe yên tekakesî nêzîkê welatên Ereb dibin û ji ber vê yekê helwêsta xwe guhertin. Tirkiyê di serî de got ew destûr nadin ku li dijî Lîbya êrîş pêk bê, lê pişt re beşdarî operasyona dijî Lîjbayê bû. Ev li dijî exlaq e.”

Prof Dr. Kirbaşoglu, tekez kir ku helwêsta hikûmeta Tirkiyê ya li hemberî Kurdan du rû ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serokwezîr Erdogan diçe Elmanya dibêje li zimanê xwe yê dayikê xwedî derkevin. Tê Tirkiyê dibêje ‘Bi zimanê dayikê neaxifin. Ev ne polîtîkayeke rast û exlaqî ye.” Rudaw

Back to top button