Polîtîk

Projeya reformên serok Barzanî ket warê praktîkê

Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku soz û daxwaziyên serokê herêma Kurdistanê yên derbarey reforman, dê di dema xwe de bên cîbicîkirin.

Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê ji AKnewsê regot: ”Ew sozên ku, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe ya Newrozê de xuya kiribû, di digel destpêkirina dewama fermî ya hikûmetê de  dê bên şopandin.

Hisên, diyar kir, hinek daxwaziyên serok Barzanî, girêdayî hikûmetê ye û divê hikûmet cî bi cî bike, hinek jî, girêdayî yasayê ne ku ew jî dikeve ser milê parlamentoyê.

Ji aliyekî din, Mihemed Qeredaxî sekreterê civata wezîran a herêma Kurdistanê jî, ji AKnewsê re got:  ”Bo cîbicîkirina daxwaziyên serokê herêma Kurdistanê, hikûmetê dest bi kar kiriye û gavên pêwîst bo vê yekê avêtine.

Weke tê zanîn serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 20ê Adarê de, di peyama xwe ya Newrozê de, hinek daxwazî derbarê pêkanîna reform û guhertinan li Kurdistanê aşkere kiribû û gotibû, “Hûn, dê bibînin heta 3-4 mehên din, guhertinên girîng li Kurdistanê pêk bên.”

Beşek ji daxwaziyên barzanî wiha bûn:

“Nehêştina karên rutîn li nav dezgehên hikûmetê, avakirina desteya destpakî û komîteya pêdaçûna malnişîniyê, nehêştina tezkiya hizbî bû damezrandinê

Back to top button