Tawanê bê nav: Jenosîd
Parlamenterê Holandî Harry Van Bommel:
Tevkûjiyên Kurda weke Jenosîdê nas bike!
Di şema şerê duwê de, Serokwezîrê Ingilîztanê Winston Churchill tevkûjiya bi destê Naziyên Almanya wisa dabû nasîn: ”Sucê bê nav”.
Di dawiya şerê duwê de, sucê Naziyan bi navê xwe yê rastî hate nasîn: ”Jenosîd”.
Neteweyên Yekgirtî-NY di 1948 an de ”Peymana Rêlêgirtin û Cezekirina Jenosîdê” îmze kir û di çileya 1951 î de fermî bû. Li gorî peymanê, divê welatên alîgirê peymanê, di dema aştî anjî şerde, rê li ber xetera jenosîdê bigirin û sucdaran ceze bikin.
Jenosîd, sucek plankirî ji bo tevkûjiya beşek anjî tevayê komekî etnîkî, netewî anjî olî ye.
Dema mirov li ser naveroka peymanê kur dibe dikare pir eşkere bibîne û bêje ku, bombeyên jehrî û kîmyewî ji aliyê Saddam Hisêyn ve li dijî Kurda, ji adara 1987 an pê ve, bi şikilkî sîstematî bikar dihanî, Jenosîd bû. Her çiqasî wê demê ji ber qelsiya dokumentan pirs weke jenosîd nedihate dîtin jî, îro Emerîka jî bi çavê jenosîdê nêzî pirsê dibe û dinirxîne.
Di dema zelalkirina buyerên li Ruwanda û Bosniyen kêmasiyên dokumentan mîna ”argument” hatibû nîşandan. Emerîka, di şerê navxweyî li Ruwandayê de, piştî bûyerên mezintir pêk hatin jî, li ser pirsa bikaranîna peyva ”jenosîd”ê dudilî bû û bi germî nêzî binavkirinek wisa nedibû.
Ev helwêst, giringiya ”binavkirina Jenosîdê” di wext û zemanê xwe de, derdixîne holê.
Serdana min ya Kurdistanê, cara yekem di 2008 an de pêk hat. Min, piştî serdanê ji Hikumeta Holandayê re pêşniyaz kir ku, ”Enfalê” weke ”tevkûjiya nijadî”, anku ”jenosîd” qebûl bike. Lê mixabine ku, berisivek neyênî hate dayîn. Lê ez ê, bi siyasetvanê Ewropî re li ser pirsê kar bikim da ku ”Enfal” weke jenosîd bê pejirandin.
Di dawiya sala derbabûyî de ez li bajarê Helebceyê bûm. Min, bi kesên ji jenosîda Helebceyê rizgar bûbûn re qise kir. Piştî ku 23 sal di ser bûyerê re derbas bûye, pir eşkere xuyanî dikir ku pêwîstiya xelkê bi tedawî û dermankirina brînê heye. Bajarê Helebceyê pêwîstiya xwe aboriyek xurt heye ku, dezgehên xizmeta civakî dikin xurt bibin, rêyên nû bêne çêkirin û bajar bê avakirin. Divê raya Giştî ya Navnetewî alîkariya xwe pêşkêşî bajêr bike.
Di eslê xwe de, pêwîstiya tevayê Iraqê bi alîkariyê û pêşketinê heye. Min, bang li Hikumeta Holandayê kir ku mîna Elmanyayê, ji bo alîkariya hemwelatiyan, ji bo seyahet û pêşxistina tîcaretê, balyozxaneyekî (konsul) li Kurdistanê veke. Mixabin e ku, krîza heye, Holandayê mecbûr dike ku mesrefên dewletê kêmtir bike, lewma banga min nehate pejirandin. Lê ez ê li Holandayê, ji bo alîkariya xelkê û pêşxistina bazarê li Kurdistan û Iraqê, têkiliyê bi dezgehên civakî û tîcarî re deynim û rê nîşanî wan bikim.
Piştî şer avakirina welatekî têra xwe dijwar û bi mesref e, lê aliyên xwe erênê jî hene û rewşên wisa dikare rêya kar ji bo şîrkatan veke.
Min, berî bi salekî, di roja bîranîna şehîdên Helebceyê de axaftinek li bajêr li ber bînahiya OPCW ê kir, û sozek da xelkê ku deverekî ji bo Kurda li Holandayê ji bo bîranîna Enfal û Helebceyê vekim. Hêviya min ew e ku, bi rêya ”Weqfa Halabja Monument” ê em karîbin xizmeta xelkê bikin.
Di dema Saddam Hisêyn ê hov de, xelkê pir êş kişand û zilmî dît û îro jî hejartiya malbatên qûrban dane, didome. Raya Giştî ya Navnetewî Saddam Hisêyn ji ser textê wî daxist. Niha jî dema wê ye ku, em dest bidine hev û deverên xirap bûne bi hev re ava bikin. (Wergêra ji Ingilîzî: Gabar Çiyan).
EuroKurd News- http://eurokurdnews.blogspot.com/