Polîtîk

Girtina Tevgera Azadî dê YNKê parçe bike

Endamê rêveberiya KCKê Nûreddin Demirtaş di daxûyaniyek ya xwe de dibêje, Girtina bingehên Tevgera Azadî li Silêmaniyê û devera germiyan, dê bibe sedema parçebûna YNKê. Ji ber ku heta niha PKKê nehiştiye  YNK parçe bibe.

Demirtaş di rojnemeya Ozgur Politikayê de behsa girtina bingehên Tevgera Azadî ku li Başûrê Kurdistanê li ser PKKê ve ye dike. Demirtaş dibêje: Helwesta YNKê ya girtina bingehên Tevgera Azadî, dê YNKê ber bi parçebûnekî ve bibe. Ji ber ku kesên xwedî rûmet di nava YNKê de vêyekê qebûl nakin.

Demirtaş dide xûyakirin ku, YNK ji berî niha ber bi parçebûne ve çû, lê Tevgera Azadî rê li ber parçebûna YNKê girt.

Back to top button