Tevgera Kurdistanê di warê yekitî û hevkarîyan de jar, hejar û ne bi serketî ye!

Tevgera Kurdistanê di warê yekitî û hevkarîyan de jar, hejar û ne bi serketî ye!

Zinar Soran di bersiva pirsên  Rojevakurd de dibêje: Di rewşa îro de, li Bakurê Kurdistanê du xetên bingehîn hene:
1) Xeta etegrasyona bi dewleta kolonyalîst ya Turkîyeyê re û kedîkirina miletê Kurd e.

2)Xeta din jî xeta neteweyî û Kurdistanî ye, ango xeta welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk e.

Rojevakurd: Hilbijartinên herêmî di rewşek çawa de têne kirin? Hun di vê qonaxê de rewşa Kurdistanê çawa dinirxînin?

Zinar Soran: Rewşa Kurdistanê, li Rojhilata Navîn xwedî rewşek gelek taybetî ye. Kurdîstan welatekî di nav çar dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan de hatiye parve kirin. Pirsa Kurdistanê ne tene pirsek herêmî, herweha pirsek navnetewî ye; pirsa ji nû ve dabeşkirin û guherandina xerîteya Rojhilata Navîn e.

Di dema şerê Cihanê yê yekem de, dewletên emperyalîst li ser dabeşkirina herêmê û Kurdistanê bi awakî misoger li hev nekirin; ev pirs bi hinek peymanên nîvdizî û yên eşêkerê bi awakî demî ji bo pêşerojê hiştin.

Weke berê, niha jî dewletên emperyalîst û her çar dewletên kolonyalîst yên ku Kurdistan di nav xwe de dabeşkirine, li ser ji nû ve dabeşkirina heremê û statuya Kurdistanê û xerîteyek nû ya Rojilata Navîn li hev nakin. Ji ber vê yekê jî weha xuya ye ku wê ev herêm û Kurdistan demek dirêj bibe qada berberî, lîstik, plan û şerên piralî û wesayetî yên nav van hêz û dewletan.

Di rewşa îro de, li Bakurê Kurdistanê du xetên bingehîn hene:
1) Xeta etegrasyona bi dewleta kolonyalîst ya Turkîyeyê re û kedîkirina miletê Kurd e. Mixabin ev xet li Bakur û Rojavayê Kurdistanê xeta herî xurt e û çi bigre hemû kanî, rûbar û cuhokên netewî dorpêç kiriye û rojev di bin kontrola wan de ye. Bi gotinek din bêhn li xeta neteweyî, serbixwe ya Kurdistanîyê çikandine û nahêlin nefesê bistîne.
2) Xeta din jî xeta neteweyî û Kurdistanî ye, ango xeta welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk e. Lê mixabin ev xet di warê rêxistinî û piştgiriya di nava gel de îro gelekî jar û hejar e. Li Bakurê Kurdistanê partî û rêxistinên di nav vê xeta neteweyî û Kurdistanî de bi serê xwe nikarin mudaxeleya pêvajoyê bikin, rojevê biguherînin û pêşengiya rojevê bikin. Ji aliyekî din gelek kadirên siyasî û xwedî tecrûbe jî di pratîkê de ji dervî vê pêvajoyê dimînin û nikarin rola xwe bilîzîn.

Li gora we divê tevgera Kurd di van hilbijartinan de çawa tevbigere?

a) Bi awakî giştî tevgera neteweyî ya Kurdistanê divê giringîyek taybetî bide hilbijartinên herêmî. Teva qanûn û astengîyên deshilatiya dewleta kolonyalîst, di warên hilbijartinên herêmî de gelê Kurd dikare gelek destkeftan bi dest bixîne û heta radeyekê di rêvebirina herêmî ya gund, bajarok û bajarên Kurdistanê de hebûneke berbiçav nîşan bide.
b) Teva bêhêzîya tevgera neteweyî ya Kurdistanê, divê rêxistin û partîyên xwedî xeta neteweyî û Kurdistanî, hilbijartinên herêmî weke kês û firsendek qada xebata siyasî û rêxistinî bibînin û têkiliyên xwe bi xelkê re xurtir bikin. Herweha ev ji bo rêxistin, partî û derdorên siyasî yên xwedî xeta neteweyî û Kurdistanî jî dikare bibe zemînek pêkanîn û avakirina platform, hevkarî û yekitiyek berfireh.
Ger platform û hevkariyek weha pêk were, ew dikare di cihên ku bikaribin namzetên xwe yên hembeş derxînin, bi namzetên xwe yên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin. Dibe ku gelek namzetên wan neyên hibijartin, lê ew bi vî awayî dikarin bêtir xwe têxin rojeva siyasî ya Bakurê Kurdistanê û hêvî û geşkirina tevgera neteweyî û Kurdistanî xurtir û berfirehtir bikin.

Hinek aliyên Kurda ji nihave kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. Hun vê yekê çawa dinirxînin û helwesta aliyên siyasî çawe dibînin?

Di vî warî de, teva hinek daxuyanî û beyanên hinek partî, rêxistin û derdoran, ez di wê bawriyê de me ku di rojên pêş de, ev pirs wê bi awakî berfirehtir bê gotûbêj kirin.
Bi îhtimalek xurt HDP dikare di rojên pêş de, dîsa bi hinek rêxistin, partî û derdorên siyasî re pêwendîyan deyne û bixwaze bi navê hevkarî , tevkarî ya jî platforma hilbijartinê wan weke vîtrîn bi kar bîne. Weke tê zanîn HDP bi awakî zelal diyar dike ku ew ne partîyek Kurdistanê, lê partiyek Turkîyeyê ne. Teva di dilê piranîya bingehê HDPê û vê xetê de, neteweyî û serxwebûna Kurdistanê xurt e jî, ev di warê siyasî de rastiya wan naguherîne. Divê rêxistin, partî û derdorên siyasî yên neteweyî û Kurdistanî ji bo çend post û meqaman, kêmanîyê neyînin ser bîr û baweriyên xwe yên neteweyî û Kurdistanî.

Hun pêkanîna Tifaqa Kurdistanî pêwist dibînin yan na? Eger hun pêwîst dibinên gerek li ser çi prensîban Tifaqa Kurdî /Kurdistanî bê avakirin?

Pirsa yekitî, hevkarî û tifaqan, bi awakî giştî pirsek kevnare û dîrokî ya tevgera Kurdistanê ye. Mixabin, di vî warî de tevgera Kurdistanê gelekî jar, hejar û ne bi serketî ye. Di vê derheqê de, miletê Kurd û tevgera neteweyî ya Kurdistanê ne xwedîyê tecrûbeyên biserketî û kevneşopek dewlemend e. Ev pirs, îro jî pirsa herî sereke û girîng ya tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ye.

Bêguman divê rêxistin, partî û derdorên siyasî yên neteweyî û Kurdistanî (ango yên ku welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk dixwazin) di warê hilbijartina herêmî de hevkarî ya jî platformek hilbijartinê ava bikin û bi namzetên xwe yên hewbeş û serbixwe beşdarî hilbijartina heremî bibin. Ev hevkarî ya jî platform divê ne li dijî armancên wan yên neteweyî û Kurdistanî be; berevajîyê wê, divê xizmeta armancên wan yên bingehîn bike.
Hevkarî û platformek weha dikare ji bo yekitî û rêxistinîyek neteweyî, demokratîk, girseyî û hevbeş ya Kurdistanê jî bibe pêngavek girîng.

Divê em ji bîr nekin ku xebat û hewldanên ku xizmeta armanca serxwebûna Kurdistanê nekin, dûr ya jî nêzîk, wê xizmeta dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan bikin!

Stockholm, 2018-12-04
Zinar Soran

Nerîna min :