HDP, nûha çima eşiqê rêxistinên Bakûrê Kurdistanê ye?
Îbrahîm GUÇLU
([email protected])
Ez di vê nivîsa xwe de dixwazim li ser mijarek, girêdayî HDPê ye û di derbarê hilbijartina herêmî û helwesta HDPê de rawestim.
GELO PKK/HP JI RÊXISTINÊN BEŞÊN DIN RE DIJMINITÎ DIKE, LÊ DI VAN DEMÊ DAWÎ DE EŞIQÊ RÊXISTINÊN BAKÛRÊ KURDİSTANÊ YE…
Li Bakûrê Kurdistanê dema hilbijartinên giştî û herêmî dikevin rojevê, helwestên balkêş û minaqeşeyên gelek ji derveyî rêzê derdikevin holê.Gelek mirov jî li wan helwestan û minqeşeyan bi awayekî xerîb mêze dike. An jî gelek kes dibe qûrbana wan helwestan.
Hîç şik tune ye, ku piştî ku Tevger û Rêxistinên Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Dewlet û PKKê ve wek projeyeke hevbeş hat tasfiye kirin, hemû mijar li hewirdora PKKê dizivire û tê minaqeşe kirin. Bi taybetî jî di demên hilbijartinên giştî û herêmî dedi van salên dawî de hukumranıyeke PKKê gelek vekirî û bi zelalî heye.
PKK, ji serî de wek projeyeke dewletê hat ava kirin. Armanca projeyabûna PKKê ew bû, ku PKKê li hemberî Tevger û Rêxistinên Kurdistanê operasyonê pêk bîne. Wan di nav demê de tasfiye bike. Lewra dewletê dît ku ji derve de tasfiye kirina tevgera kurdan û rêxistinên Kurdistanê gelek zehmet e. Divê ji hûndir de tevger û rêxistinê Bakûrê Kurdistanê tasfiye bike.
Lê piştî salên 84an PKKê, ji bona tasfiyekirina tevgera milî ya beşa Başûr, Rojhelat, Rojava bû projeyekê. PKKê bi xurtî di vê qonaxê de jî wezîfa xwe pêk tîne.
PKKê, bi çend babetan, wezîfeya xwe ya tasfiyeyê bi cî anî.
PKKê dema li Bakûrê Kurdistanê ava bû, rêxistin û partiyên Kurdistanê gelek xûrt bûn, bi gel re pêwendiyeke wan ya baş hebû, ji hemû beşên civatê endamên wan hebûn. Dema ku organîze dikir, bi heh hezaran însan derdixst qeda xwepêşandina, gelek girseyî û kîtlewî bûn.
PKKê di destpêkê girêdayî felsefeya xwe ya damezrênêr, hemû rêxistinên Kurdistanê dijmin îlan kir. Got, “rêxistinên Kurdistanê li pêş tasfiye kirina kolonyalîzma Tirk, asteng in. Heta ku ev rêxistinan tasfiye nebe, kolonyalîzm tasfiye nabe.”
PKKê, ev nerîna xwe jî di pratîkê de bi cî anî. Li hemberî hemû serok, berpirsiyar, endamên rêxistinên Kurdistanê şer kir. Bi sedan berpirsiyar û endamên rêxistinan kûşt. Serokê Kawayê Ferîd Ûzûn jî bi sûîqastê ji holê rakir.
Di nav gel de nekokî kur kir, eşîretek li hemberî eşîreteke din şer da kirin. Bi vî awayî jî, hêzên milî yên civakî ji bona tasfiye bike xebat kir.
Heta ku rêxistinên Kurdistanê xurt bûn bi wan re dijminitî û êriş dibir ser wan.
Lê dema ku hewcedariya PKKê bû, dest û lingên wan rêxistinan maç kir. Ew jî babeteke tasfiyekirina rêxistinên Kurdistanê bû. Lê piştî hewcedariya xwe bersîv kir, dijminitî ji rêxistina re kir.
Di encamê de dewlet û PKKê serkeftî bû. Piştî Derbaya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî rêxistinên Kurdistanê ji hêza wan îzole kirin. Lê ji bona ku ew dîsa nebe xeter, li hemberî wan şerê xwe domand.
PKK, hîn ji ew stratejiya xwe ya tasfiyekirina Tevger û Rêxistinên Kurdistanê li hemû beşan û li Bakûrê Kurdistanê jî didomîne. Lê li her beşê jî taktîkekê dimeşîne.
Li Başurê Kurdistanê, li Rojhelata Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê ji bona ku rêxistinên Kurdistanê xûrt in, li hemberî wan di d dereceya xwe ya dijminitî de kêmkirin tune ye. Bi taybetî jî, ji bona ku li Başurê Kurdistanê Dewleta Federe ya Kurdistanê tasfiye bibe, di nav hewildanên gelek xeter de ye.
Li Bakûrê Kurdistanê her çiqas tevgereke milî tune ye û rêxistinên Kurdistanê gelek qels in û xwediyê hêzeke civakî jî nîn in, dîsa jî, ji hebûna wan re jî tehemula wê tune ye, bi gelek taktîkan dixwaze wan bê fonksîyon bike û tasfiye bike.
PKK, bi taybetî jî nuha bi riya hilbijartina dixwaze vê yekê bike. PKKê, li Bakûrê Kurdistanê siyaset û modela Baasê Sûriyeyê cîbicî dike. Kes û rêxistinan bertîl dike. Dema kes û rêxistin bertîl kir, ew li hemberî PKKê ditevizin û bêdeng dimînin.
PKKê, di hilbijartina dema kes û rêxistinan bertîl dike, di heman dem de kurdperweran, ew kesên ji wan re mixalîf û rêxistinan bêşexsiyet dike, bi xwe re girê dide.
Lê ji aliyê din de jî, gelek kes û rêxistin jî, ji rewşê wezîfê derdixin, bi xwe diçin ber lingê PKKê.
PKKê jî bi wan dilîze.
Di hilbijartina giştî de xebateke vekirî ya PKK/HDPê nebû, ku rêxistina bi xwe re girê bide. Rêxistinên Kurdistanê bi hev re xebata hilbijartinê dimeşandin. Hezar mixabin piştî demekê, ji derveyî HAK-PARê partiyên din bi xwe çûn ber lingên PKK/HDPê.
Gotin, “em dixwazin bi we re tifaq çêkin.”
Lê wan jî dizanî ku PKK/HDPê bi wan re tifaq çê nake.
Ji bona vê jî du sedem hebûn.
Sedema yekemîn, PKK ji tifaqa re girtiyê. Wek rêxistineke faşîst, otorîter, dixwaze, ku her kes û her rêxistinek îltîxaka wê bike.
Sedema duyemîn, rêxistinên dixwestin ku bi PKK/HDPê re tifaq çêkin, xwediyê hêzeke nebûn. Ji aliyê dengan de tiştekî li PKK/HDPê zêde bikin, tune bû.
Di encamê de jî “tifaq” nebû.
Ji bona hilbijartina herêmî PKK/HDP di nav helwesteke gelek xerîb daye. Gazî rêxistinên dike, hem jî bi israr gazî rêxistinan dike, ku bi wan re yekîtî çê bikin.
Gelo tê zanîn ku PKKê li hemû beşên din ji rêxistinan re dijminitî dike.. Lê li Bakûrê Kurdistanê eşiqê rêxistinên Kurdistanê ye.
Gelo PKK/HDPê çima vê helwestê nîşan dide?
Lewra PKK/HDPê baş dizane, ku partiyên Kurdistanê ji aliyê dengan de tiştekî li HDPê zêde nake. Lê dîsa jî bang dike, ku bi rêxistinên Kurdistanê re yekîtî çê bike.
Du sedemên vê helwestê PKK/HDP heye.
Sedema yekemîn, dixwaze ji raya giştî re diyar bike, ku ew hemû kurdan temsîl dike, hemû rêxistinên Kurdistanê li derûdora wê ne. Yanî ji aliyê psîkolojîk de dixwazin kurdan bi awayekî bixin bin bandora xwe.
Sedema duyemîn jî, PKK/HDP, difikirin ku dema rêxistin û partiyên Kurdistanê xweser û ji derveyî wan tevbigerin, dikarin di merheleyekê bibin hêz û ji gel alîkarî bigrin. Ew jî ji bona mîsyonaa wan dibe xeter.
Amed, 07. 12. 2018