Civak

Girtina parêzeran şermezar kirin

Girtina parêzerên Ocalan ji aliyê berpirsên Baroyan ve hate şermezar kirin. Parêzerên baroyên Stenbol, Îzmîr, Enqere, Diyarbekir, Şirnex Mêrsîn û Çolemergê daxuyanî dan û bi awayek tundî girtina parêzeran şermezar kirin.

Seroka Baroya bajarê Îzmîrê Sema Pektaş di daxuyaniya xwe de ragihand ku, ev cara yekem e ku evkas parêzer bi hevre têne girtin. Pektaş got: Hevalên me bi awayek neheq hatine girtin. Emê heta dawiyê pêştevaniya wan bikin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Emin Aktar jî ragihand ku,wan li ser hemû dosyayan lêpirsîn kir. Lê  tu sdemen ku parêzer  bêne girtin nedîtin. Ev helwestek bêdadiye. Aktar daxuyaniya xwe de got: Ev salane ev parêzer parêzeriya Ocalan dikin. Me hemûyan jî bigrin, emê dîsa mafên hevwelatiyên xwe yên hukukî biparêzin.

Herweha parlementera BDP-ê ya bajarê Wanê Aysel Tugluk jî da xuyakirin ku, ev doz ne dozek hukukiye bi temamî siyasiye. Tugluk got: Di vî welatî de adalet nemaye.Hemû hevdîtinên parêzeran di bin çavderiya dewletê de pêkhatine. Em bangê serokwezîr dikin di vê warî de berpirsiyariya xwe bi cih bîne.

Back to top button