Nancy Ajram dê li Hewlêrê konsertekê pêşkeş bike.
Nancy Nabil Ajram hûnêrmenda navdara Libnanî dê bi minasebeta sersala nû li Hewlêrê konsertekê pêşkeş bike.
Li gor kovara Sivîl, kompaniya Naz girêbestek digel stranbêja ereb Nancy Ajram girêbestek îmza kiriye ku bi minasebeta sersala nu ya zayînî li Hewlêrê konsertekê pêşkeşê bike:
– Ji ber ku hunermend Nancy Ajram cemawerekê mezin li Kurdistanê heye, me jê re pêşniyar kir ku konsertekê li Hewlêrê bide. Nuha di navbera kompaniya Naz û hunermend Nansî Ecrem re girêbest hatiye îmza kirin û lo gor wê girêbestê dê Ecrem di roja 26.12. 2011ê li Eynkawe li Hewlêrê konsertekê pêşkeşî cemawerê xwe bike.
Wê çavkaniyê got jî ku hêşta byhayê ketina hundurê lokalê nehatiye diyar kirin, lê konsert dê li Eynkawe be û heftiya bê jî dê reklam ji bo wê konsertê dest pê bike.