Mistefa: PKK û PJAK pirsên navxweyî yên Tirkiye û Îranê
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de pirsa PKK û PJAK kir û got ku ew pirsên navxweyê n eû duvê li Enqere û Taranê bên çaresrr kirin û got:
– PKK pirsa navxweyî ya Tirkiyeyê ye û PJAK jî pirsa navxweyî ya Îranê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ew wezîfeya bikeve ser milên me, em amadene cîbicî bikin. Tekoşîna çekdarî tu encaman ande.
Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê bi taybetî behsa pirsa kurd li Tirkiyeyê kir û got ku, hikûmeta tirkî ji bo çareseriyê gav avêtine û pêwîste ew yek neyê çaverê kirin ku di şerekî de hemû tişt bê guhertin.
Mistefa behsa serdana serok Barzanî bo Tirkiyeyê kir û got:
Herêma Kurdistanê hertim ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aşitî hewil daye. Di dema serdana birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê jî tekîd li ser şareseriya bi aşitî kiriye. Em bi wê yekê re ne ku ew welatên kurd lê hene, kurd bi xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi aşitî bixebitin.
Felah Mistefa got jî ku dîrokê îspat kiriye ku bi metodên leşkerî pirsgirêk çareser nabin.