Polîtîk

Di pirsa Sûryê de Talebanî û Zêbarî

Komkara Welatên Erebî di civîna xwe ya duhî de cezayên abûrî li ser Sûriyeyê pasind kirin, di civîna komkara Welatên Erebî de 19 dewletan deng ji bo biryarê de û Libnan li dijî biryarê bû û Îraqê jî li hember biryra sepandina cezayên abûrî li Sûryeyê bêdeng bû.

Li gor wan cezayên Komkara Erebî li dijî Sûryeyê wergirtin, ê malê berpirsên Sûriyeyê ên di bankeyên welatên erebî de bên asê kirin, pêwendiyên bazriganî yên digel bankaya Nawendî a Sûriyeyê bên birrîn, û hilbirîn û sermayerazandin li Sûriyeyê bê rawestandin.

Hişyar Zêbarî wezîrê derve yê Iraqê diya kir ku, Iraq li dijî cezakirina Sûriyê ye. Zêbarî, li bajarê Necefê yê Iraqê di preskonferensekê de got:
– Ji ber ku Sûriye cîraneke Iraqê ye, em li dijî cezakirina wî welatî ne û lewre em piştgiriya cezayên abûrî li dijî Sûriyeyê nakin.

– Berjewendiyên me digel Sûriyeyê heye û her wiha bi sedan hezar îraqî li wir dijîn, ji ber wê çendê, em li dijî cezakirina Sûriyê ne.

Roja îniyê (25.11.2011) serokomarê Îraqê Celal Talebanî di hevpeyvîneke xwe de digel televizyona Îraqiye de tekîd li ser têkeliyên navera Îraqê û Sûriyeyê kir û got ku ew dixazin bi rêya diyalogê û reforman aloziyên nava Sûriyeyê bên çareser kirin. Talebanî got ku ew ji alternatîvê Beşar Esed ne pişt rastin.

Gelek siyaservanên Îraqê helwestê hikûmeta Îraqê li hember Sûriyeyê bi helwestê Îranê ve girê didin û didin xuya kirin ku Îran zixtê li Îraqê dike û piştgiriya Sûryeyê bike.

Back to top button