Polîtîk

Kurdên Sûrî li gel partiya Misrî El wefit civiyan

 

Şanda kongreyê niştimanî ya Kurdistanê li Misrê hevdîtinên xwe berdewam dikin. Li gor agahdariya ku endamê şanda Kurdistana Sûrî Kamîran Haco dayî, wa bi navê kongreya niştimanî ya Kurdên Sûrî hevdîtinek li gel partiya El Wefit pêkanî.

Di vê hevdîtinê de behsa rewşa Sûrî û behsa rewşa kurdên Kurdistana Sûrî hate kirin û herweha helwesta yekgirtî ya Kurdên Sûrî ji bo partiya Misrî hate ragihandin.

Herweha li gora gahdariyan, dê demek nêzik rikberiya Sûrî hemû di kongreyekî li paytextê Misrê li Qahîrê de werin ba hev. Kurd jî beşek ji amadahiya kongreyê de ne û di desteya amadekirina kongreyê de cih girtine.

Back to top button