Polîtîk

CHP-ê jî doza lêborînê kir. Lê?

Piştî serokwezîrê Tirkiye Erdogan di derbarê qirkirina Dersimê de hinek belgeyên di arşîva serokwezaretiyê de eşkere kir û bi navê dewletê doza lêborînê kir, parlementerê CHP-ê û serokê gruba CHP-ê di parlementoyê de, Muharrem Înce jî bersiva Erdogan da û wî jî doza lêborînê kir.

Lê Muharrem Înce doza lêborînê ne ji bo Qirkirina Dersimê kir. Wî ji bo ev neh salin  nikarin bibin desthilat û rê didin Ak Partiyê ji Ataturk û Îsmet Înonu doza lêborînê kir.

Muharem Înce  ji bo ku eve 9 salin nikarin bi awayek pêwîst dijê Ak Partiyê bisekin doza lêborînê kir.

Muharem Înce doza lêborînê kir ji bo ku eve neh salin Ak Partî li ser hukume.

Muharem Înce doza lêborînê kir ji bo ku nekarîn bibin asteng di rêya daxuyaniya Erdogan ya di derbarê Qirkirina Dersimê de.

Rojevakurd

Back to top button