Ger wiha be,wê çawa be?

Îroj ez dinêrim Kurd, kom bi kom in. Wek mînak; tê gotin çepgirên Kurd, rastgirên Kurd, dîndarên Kurd, neteweperwerên Kurd û hdw… Ev hal, ji bo miletên dunyayê her çi qas tiştek dewlemend be jî; lê ji bo Kurdan dibe sedema têkçûna yekîtiya wan. Ev jî, wan, tim paş de dihêle.
Gelo çima muxalefet, ji bo miletên din nîmet û rehmet e; lê ji bo Kurdan zehmet û îllet e?
Miletên din, ewilê, yekîtî û serxwebûna xwe çêkirin, paşê sazî û rêxistinên xwe yê dijber lidarxistin. Lê Kurd di asta ku herwekî tê gotin “êvarê qûç dikin, serê sibê pûç dikin” de ne. Kurd, weke çêlika çûçikê ya ku bi firê neketibe, lê ji hêlîna xwe derkeve û bifire, ye. Di dawiyê de, dê li erdê bikeve û dibe ku bimire. Kurd, jiber ku yekitî û serxwebûna xwe bi dest nexistine, dijbertiyê wek dijmintiyê, bi kartînin. Lewma Ustad Bedîuzzeman dibêje: “Dijminên me sisê ne: Nezanî, xizanî, dijminî û îxtîlaf e.”
Yan duyem; muxalefeta Kurd pir caran bi destê Kurdan nahên avakirin. Bi destê hemberên Kurd, li hember Kurdan wek alternatîfek tên avakirin. Ev jî lîstikek e. Pêwîst e Kurd nehên vê lîstikê.
Mebesta min ew e ku Kurd, muxalefeta xwe ne ji bo berjewendiyên biyaniyan, bi giştî ji bo berjewendiyên Kurd û Kurdistanê ava bikin. Lazim e Kurd bi hev re dilsoz bin.Bi çavê rehmetê li hev binêrin, ne bi çavê xezebê.
Li gorî ku min fêm kiriye, fikr û ramanên Kurdan çawa dibin bila bibin; lê qedera wan yek e. Qazî Mihemmed, sunnî bû, soran bû; Şêx Seîd, şêx bû, neqşî bû, şer’î bû, Kurmanc bû; Mele Selimê Bedlîsî, mele bû, Zaza bû; Sêîdê Norsî, Kurmanc bû, zanyar bû; Seyyîd Riza, Elewî bû, Zaza bû; Ocalan, çepgir bû, Kurmanc bû …. Bi kurtasî tev Kurd bûn? Ka çawa bûn? Di dawiyê de, qedera tevan jî yek bû.
Îroj di nav gelê Kurd de, siyasetek qirêj tê meşandin. Hinek komên Kurd û Xwedê giravî Kurdperwer hene, karûbarê wan, kurtûpista li ser rêxistinên Kurdan e. Bi taybet hinek dîndarên Kurd jî hene, li ser hesabên rêxistinên niyetnebaş xebatê dikin û astengiyê li hember doza Kurdayetiyê derdixin. Ji xwe hay û bala wan, Li kurd û Kurdistanê nînin. Hinek rêxistinên oldar ên Kurd jî hene haya wan ji Kurdan hene; lê di hembêza partiyên dewletê de xebata xwe dikin. Hinek jî hene, ez bawer dikim serbixwe ne. Wek Înîsiyatîfa Azadî û derdora Nûbiharê û hinek komên din. Ez hêvîdar im ev jî wek rojê şewq bidin û paşeroja Kurdan ronî bikin. Bi rastî, di demên dawî de, ji terefê herdu alîyan de, hinek pêngavên erênî tên avêtin. Ez hêvîdar im wê bidome.
Ez werim ser têgeha “dîndarên Kurd an jî misilmanên Kurd”. Ev têgehên bi vî awayî, di nav tu welatên Îslamê de, nahên bikaranîn. Mesela, di nav Ereban de gotina “Erebên misilman an ji dîndarên Ereb, an dindarên Tirk yan ji Tirkên misilman û hdw… nahên bikaranîn.
Gelo çima? Eviya jî, hûn bifikirin.
Polîtîkaya PKK’ê û BDP’ê, Kurdên bawermend ji Kurdayetiyê dûr dixe û dike hembêza AKP’ê.
AKP jî, piştgiriya xwe ji van kesan digire. Û pirsgirêka Kurd çareser nake.
Helwestên hinek dîndaran jî, PKK û BDP’ê ji dîn sar dike û ji bîr û bawerîyê dûr dixe.
Ka çawa dibe?
Divê, PKK dev ji helwestên xwe yê li hember êl û olî berde, hinek nerm be. Ango lîberal be. Divê, dîndar jî, bi xwe û gelê xwe re aş bin. Dev ji helwestên tund berdin, hinek demokrat bin.
Ez bawer dikim, ev halên Kurdan ji alî dewletê ve bi zaneyi hatiye lidarxistin.
Çimki, zanyarê çepgir, endamê rêxistina Ergenekonê Yalçın KUÇUK di bernameyekê de wisa digot: “Gelo ez çima ewqas diçûm û dihatim Newala Beka’yê? Mebesta min, ew bû ku xortên Kurd nebin şerîetparêz, nebin neqşî; û laîk û sekuler bimînin.”
Ku ne wisa ye, wê çima piraniya welatparêzên cîhanê, hem olî û hem jî mîlî difikirin. Yên me jî, oldarên me ji nirxên xwe yê netewî dûr bin, neteweperwerên me jî ji nirxên xwe yê olî dûr bin. Ev, ne tesaduf e.
Di dawiyê de em tev bi hev re bipirsin. “Ger wiha be, wê çewa be?”
XULASEYÊ KELAM, WESSELAM.
16.09.2012
Ziyaeddîn EMBARÎ