Civak

Li Antakya ji bo pişgiriya Esad meşîn

Li Antakyayê meşeke bêdestûr ji bo piştgiriya Rejîma Sûrîyê hate kirin, beşdarên meşê li dora 1.500 kesî hebûn. Meş ji aliyê Partiya Karkeran a Tirkiyê ve hatibû organîzekirin. Navê meşê jî ”Şahiya Biratî û Aştiyê.” bû.

Lê belê ew duruşmên ku diavêtin û qîr didan, hem jî ku li ser kartonan nivisandibûn, bala xelkê pir dikişandin, weha digotin: ”Bila kampên terorê bêne girtin. Terorîst bila ji welît bêtin derxistin. Sûriye û Tirkiye bira ne. ” 

(Ango ew kampên ku hemwelatiyên Sûrî tê de ne, wek terorîst didane nasandin. Tirkiye û Sûriye bira ne…)

 Lê belê polîs gaza îsotê bera ser beşdaran da û ew bi demekurtekê dane belavkirin.

Meşa piştgiriya Rejîma Sûrî bi serkêşiya cîgirê serokê giştî yê Partiya Karkeran Hesen Besrî Ozbey, hatiye domandin. Meş li Parka Maksimê hate destpêkirin. Pir balkêş bû ku Parlemanê partiya CHPê yê Antakyayê Refik Eryilmaz û Hesen Akgol û parlemanê Mêrsînê Isa Gok jî beşdarî  meşa piştgiriya Rejîma Sûriyê bûne.

Hêjayê gotinê ye ku bêjim, Serokê Partiya Karkeran Dogo Perincek niha li ser tawanbariya doza Ergenekonê di girtîgehê de ye û partiya wî jî li Antakyayê meşa piştgiriya Rejîma Sûriyê dike.

Rojeva Kurd

Back to top button