Konseya bala bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî civiya
Duhî roja yekşemiyê 16.09.2012ê li bajarê Hewlêrê, konseya bala a berhemanînê dibin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.
Di civînê de rewşa nuha a berhemanînê, pirsgirêkên dikevin pêşiya warê berhemanînê û çewaniya çareserkirina wan pirsan, pêkanîna aqarekî baştir bo berhemanînê, bi taybetî, di ware pîşesazî, zîraet û tûrîzmê de, hatin gotûbêj kirin û çend biryarên giring hatin girtin.
Ji bona çavdêrî û kontrolkirina saziyên peywendîdar li ser çewaniya cîbicîkirina pirojeyên berhemanînê, biryar hat dan ku komîteyeke serperiştîkirinê bê avakirin û ev komîteye bi hûrî çavdêrî û kontrola pirojeyan bike bi taybetî pirojeyên akincîkirinê.
Konseya bala a berhemanînî a hikûmeya Kurdisatnê tekîd li ser wê yekê kir ku, komîteya amadekirina tewsiyeyên nû bo pirojeyên akincîkirin, rênîşanderên nû bi awayekî amade bike ku, di berjewendiya xelkê hejar û kêmderamet da bin.
Di civîna îro de biryar li ser encamdan 110 pirojeyên pîşesazî hat dan ku, piraniya wan pirojeyan pirojeyên alavên xarinê, amêr û pêdawîstiyên bînasaziyê ne. encamdan wan 110 pirojeyan dê roleke diyar di binyatdanan infrastruktura pîşesaziya herêma Kurdistanê de hebe û bi hezaran derfetên karî peyda dike.
Biryar hat dank u konseya bala a sermayerazandinê yasayek nû yê sermayerazandinê amade bike û jib o gotûbêjkiirnê ji civata wezîran re binêre da paşî ew jî ji bo pesindkirinê ji parlamentoya Kurdistanê re bişînin.
Tê çaverê kirin ku, yasaya nû a berhemanîn zêdetir rê li pêşiya kompaniyên navxweyî û biyanî ji bona ku beşdariyê di avadankirina herêmaKurdistanê da bikin rê xweştir dike.