Li Tirkiyê 2 mîlyon û 226 kes bêşixulin
Saziya Îstatîstîka a Tirkiye (TUÎK), di derbarê îstatîstîkên bêşixulan de xebata xwe bi dawî kir û reqamên hemwelatiyên ku kar bi destê wan nakeve an nikarin karekî bibînin ku bixebitin, eşkere kir. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka a Tirkiyê, di sala 2012 an de hehmara bêşixulan 2 mîlyon û 226 kes e. Ew jî tekabûla vê dike; li Tirkiyê rêjeya bêşixulan ji % 8 e.
Li gorî van îstatîstîkan, hejmara bêşixulan a li gorî sala 2011 an, ji % 1.2 daketiye. Dîsa reqama ku îsal derketiye holê, ji sala 2001 ê vir ve, reqama herî ku hejmara bêşixulan kême ye.
Hejmara bêşixulan a sala 2011 an a heta meha Hezîranê, 2 mîlyon û 537 kes bû. Di heman heyama îsal de hejmara bêşixulan daxetiye 2 mîlyon û 226 kesan.
Hejmara kesên ku tên îsdîhdamkirin jî, sala çûnê 24 mîlyon û 901 hezar bû. Îsal, hejmara kesên tên îstîhdamkirin rabûye 25 mîlyon û 577 kesan.