Polîtîk

Li Silopiyê midaxeleyê konê perwerdehiyê kirin

Li navçeya Şirnexê li Silopiyê, polîsan xwe li hemberî kona perwerdehiya bi Kurdî ranegirtin û êrîş birine ser konê. Zarokên ku di konê de perwerdehî didîtin, rasta midaxeleya bombeya gazê hatin. 

TZP Kurdî (Tewgera Zimanê Perwerdehiya Kurdî), ji bo ku balê bikişîne ser siyasetên asîmîlekirinê, li Sîlopiyê kona perwerdehiyê vekir. Bi sedan zarokên Kurdan, di kona perwerdehiyê de dersên Kurdî didîtên. 

Armanc ev bû ku, him balê bikişînine ser polîtikayên asîmilasyonê û him jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî daxwaz bikin. Çimkî îro, li Tirkiyê û Kurdistanê, perwerdehiya salên 2012 û 2013 an destpêkir. Îsal jî zarokên Kurdan, ji mafê bi zimanê dayika xwe perwerdehî bûnê bêpar in.  

Back to top button