Civak

D.X.B. pêdiviyên xwendinê li ser xwendekarên kêmderamet dabeşkir

 

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî(D.X.B)li helmeteke bajarê Silêmanî pêdiviyên xwendinê li ser zêdetirê 300 xwendekarên kêmderamet da dabeşkir.

 

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjahiya kar û çalakiyên xwe yên li warê perwerde de li bajarê Silêmaniyê hola Aqua Park bi amadebûna hejmareke ber bi çav ji xwendekar û kes û karê wan pêdiviyên xwendinê li ser zêdetirê 300 zarokên kêmderamet û hejarê nav bajarê Silêmanî dabeşkir ku pêdiviyên wan jî ji (Çanta û defter û pênus û hemû pêdiviyên warê perwerde) pêkhatibûn.

 

Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Ev helmet li çarçêweya karê xêrxwaziyan da ye ku ji bo xwendekarên hejar û kêmderametê navçeyên cûda cûda yên Kurdistanê me destpêkiriye û me hewl daye hejmarekî zêdeyê xwendekar sûdmend bibin û pêdiviyên xwendinê li ser wan de bête dabeş kirin. Wekî pîşe herdem Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li dabînkirin û pêşkêşkirina yarmetiyên cûr bi cûr û pêdiviyên xwendinê ya sala nû de berdewam dibe.

 

Back to top button