Polîtîk

Çapemeniya Tirkiyê bi hejmara gerîlayên tên kuştin kêfxweş e

Her şer mirin û nefretekê bi xwe re tîne û di nav gelan de peyda dike lê, ti şer, qasî şerekî navxweyî, di nav gelan û civakan de rik û nefretê ewqas bilind nake. Nêzika 2 mehane ku li Kurdistana Bakur, bi taybet jî, li Şemzînan, Çelê û Bêşebabê pêvçûnên dijwar diqewimin. Gelo li herêmê tam çi dibe nabe, agahiyên zelal nakevine destan. Her çiqas pevçûn di nav hêzên çekdar de diqewime jî, zêdetir nefret û rik û tolhildan, ji nav gelên Tirkiyê de belav dibe. Ev qonaxa ku em niha lê ne, li hemberî Kurdan, nefretê xwe gihandiye asta herî bilind. Her roj çapemeniya nivîskî dibe, televizyon û radyo dibin, an çapemeniya civakî a li ser înternetê û malper dibin, çapemeniya Tirkiyê a navendî, hejmara gerîlayên PKKê yên ku tên kuştin, bi awakî kêfxweşî û serfirazî pêşkêşî xwendevan an temaşevan nû guhdarîyên xwe dikin. Manşetên ku tên avêtin, îfadeyên ku tên bikaranîn, ji bo aşîtî û bi hev re jiyanê ti hêviyê ji holê nahêle.  Ji bo rojavayê welêt, bi gelemperî hîn jî Kurdê herî baş, yê ku miriye ye. Mixabin em di vê pêvajoya ku ne wujdan, ne mirovahî, ne ol û ne jî tiştekî din kare qebûl bike de derbas dibin. Roj bê û pirsgirêka Kurd ku çareser bibe jî, ev toximên nefretê yên ku niha û bi salan e di hundirê mirovan de, bi zanebûn an nezanî, tê çandin, wê çawa tine bibe, ma pêkan e?

Me careke din dît û em bûne şahidê bûyerê ku, nijadperestî di wê astê de ye ku, li hemberî xortekî Kurd yê 25 salî, li hemberî mirina kûrê parlementer Sirri Sakik, peyamên ewqas bêexlaq û dermirovahî hatin weşandin ku, ne pêkan e mirov nexîne nav tirs û xofê. Civak, di vê warê de gellekî nexweş ketiye. Her diçe ev nexweşiya di nav civakê de giran dibe. Û xuya ye ku, êdî dereng e jî, tedavîkirina vê nexweşiyê mixabin ne pêkan e. 

Serokwezîrê welêt, li ser ekranan bi awakî serfirazî kariye bibêje “me di mehekê de 500 “terorîst” kuştin.”

Hin nivîskarên ku wujdana xwe wenda nekirine yên Tirk, li hemberî vê helwesta hov, îsyan dikin û dibêjin êdî bes e, ma qet ji ba we exlaq û mirovatî nema ye. 

Rojnamevan Balçîçek Îlter, li hemberî kêfxweşiya mirina kûrê Sirri Sakik wiha diqîre: “Heyf ji we re, ma hûn jî mirov in.” Dîsa lîstikvana navdar  Serra Yilmaz dibêje: “Hişê min nagirin, bi hejmara şehîdan xemgîn dibin û bi gerîlayên ku tên kuştin kêfxweş dibin.”

Berê ji miriyan re rêz dihat girtin, êdî ew jî nema. 

Back to top button