NB: Ya ji bo me giring pirsa kurdên Surye ye

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja duşemiyê 17.09.2012ê li bajarê Hewlêrê digel Yunis Demirer sefîrê Tirkiyeyê yê Îraqê civiya.
Di civînê de têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê hatin nirxandin û her du aliyan tekîd li ser zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên di ware aborî û bazirganî de kir.
Her du aliyan behsa mekanîzmeke baştir û aktîvtir ji bo ber bi pêşvebirina bazirganî û hevakrî û hevahengiya di warê aborî û enerjiyê de kir.
Rewşa siyasî û pirsgirêkên navbera herêma Kurdistan û Bexdayê mijareke din a civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê û sefîrê Tirkiyeyê yê Îraqê bû. Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, hemû pirsgirêk û arîşe bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê û li gor wan mekanîzmên di destûra Îraqê de hatine destnîşan kirin, bên çareser kirin. Sefîrê Tirkiyeyê jî piştgiriya xwe bi gotinên Barzanî diyar kir û wî jî tekîd li ser çareseriyên bi rêya diyalogê kir.
Di civînê de rewşa Suriyeyê hat nirxandin û di vî warî de serokwezîrê Kurdistanê îşaret bi metirsiya rewşê kir û dilgiraniya herêma Kurdistanê li hember wê hemû xûna li Suriyeyê tê rêtin nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî got:
– Her biryareke gelên surî ji bo diyarkirina paşeroja xwe bide, herêma Kurdistanê dê bi wê biryarê re be. Ya ku ji bo herêma Kurdistanê giringe, rewşa kurd e li Suriyeyê ku, ew ji hemû mafên xwe bê parin û divê bi mafên xwe şad bibin.