Cîhan

Emirates Hewlêr bi 26 dewletan ve girê dide

Yekemîn geştên asîmanî yên navbera Herêma Kurdistanê û Mîrgehên Yekgirtiyên Îmaratê, duhî, bi awayekî fermî dest pê kirin û yekrmîn firokeya Îmaratê li firokexaneya Hewlêrê a navdewletî dada. 
Di merasimekê de ku, Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesaziyê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û sefîrê Îmarat yê Îraqê amade bûn, Şêx Macid Meala cîgirê yekem yê serokê şirketa firokeyên Îmaratê di axavtinekê de got: 

– Hewlêr, weke Dubayê, ji bo Bazirganiya Azad cîyekî mezin e. Hewlêr bala berhemhênerêm biynaî dikşîne ku di ware bînasazî, neft û gaze de investkariyê bikin. 

– Nuha ji bo me minasib e ku, em daxilî bazarê herêma Kurdistanê bibin û em bibine wesîleya gehiştina tûrîstan bo bajarê Hewlêrê. 

Her di vê merasimê de sefîrê Îmaratê yê Îraqê peyvek pêşkeş kir û got ku, destpêkirina geştên asîmanî di navbera Kurdistan û Îmaratê de, ji bo pêşxistina têkeliyên navbera Kurdistan û Îmaratê derfeteke baş e. Sefîrê Îmaratê got jî ku, hatina kompaniyeke mezin a weke Emirrates bo herêma Kurdistanê dê bibe sedemê wê yekê ku Hewlêr bi 26 delwtan ve bê girêdan 

Back to top button