Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane yê? Ceribandina Başurê Kurdistanê…

Ocalan beriya vê demekê “xweseriya demokratîk” wek projeyek pejirand. Ev projeya piştî wî  ji aliyê “Kongreya Civakî ya Demokratîk” û DTPê/BDPê de jî raste rast hat qebûl kirin.  Ev projeya dewletek serbixwe nebû, sîstemek federal jî nebû, otonomiyek di ceribandina miletan de hatiye rojevê jî nebû. Projeyeke gelek taybet û gorî pîvanên zanyariya siyasî û  model a çareserkirina pirsa neteweyan ya gorî hiqûqa navneteweyî û mafê çarenivîsarî jî nebû.

Loma jî li ser vê projeyê gelek naqeşe hatin rojevê. Lewra ev projeya di hamandem de Kurdistanê jinûve parçe dike û ji bona Bakurê Kurdistanê 5-6 herêman pêşniyar dike.

“Kongeraya Civakî ya Demokratîk” duho (14. 07. 2011) civînek awarte pêk anî û piştî civîna awarte ji aliyê Aysel Tuglukî de biryara kongreyê hat diyar kirin. Di daxuyaniyê “Kongreya Civakî ya Demokratîk” de hat diyar kirin ku dê êdî projeya “xweseriya demokratîk” bixin jiyanê.

Gorî daxuyaniya “Kongreya Civakî ya Demokratîk”:

1) “Xweseriya demokratîk” gorî belge û peymanên navneteweyî hatiye diyar kirin û pejirandin.

2) Ev projeya, li ser bingeha “welatekî hevbeş û mişterek” ava bûye. Yanî welatek heye, ew weleta jî welatê miletê tirk û kurd e. Yanî Kurdistanek tune ye. Welatek heye ew jî “Tirkiyeyê” ye.

3)  “Xweseriya demokratîk” ne li dijî yekîtiya axa Tirjkiyeyê ye û ji yekîtiya axa Tirkiyeyê re rêzdar e.

4) “Xweseriya Demokratîk” di çarçeweya perspektîfa  “miletê demokratîk” de hatiye pejirandin. Yanî Kurd miletek xweser nîn e, Kurd û Tirk bi hev re miletekî mişterek in.

5) “Xweseriya Demokratîk” li dijî dewleta tirk ya unîter û neteweyî nîn e. Loma jî armancek wê ya dewleta tirk xerab bike, tune ye.

6) Di daxuyaniyê de bi taybet bixet dibe ku “xweseriya demokratîk” sîstemek dewletek nû  nîn e.

                                                               *****

Hîç şik tune ye ku ev biryara dê bi xwe re niqaşeyên girîng û pirsên bingehî bîne rojevê.

Ji bona kurdan pirsa yekem ew e ku ev biryara Kongreya Civakî bes wan girêdide, yan na? Gelo helwesta Ocalan, BDPê û PKKê li hemberî vê biryarê dê çi bibe?  Dema ku sîstema PKK/KCKê baş bê nas kirin, divê ev biryara bibe biryarek hevbeş. Lewra “Kongreya Civakî ya Demokratîk”, di heman dem de bi her awayî û bi endamên xwe BDPê bi xwe ye. BDPê jî PKKê ye. Di ser van re jî Ocalan heye û Ocalan serokên van hemû dezgehanan e.

Dema ku denklem bi vî awayî be, wê demê “Kongreya Demokratik” divê xweser ne, bi BDPê û PKKê re tevbigere.

Ya Rast jî divê “xweseriya demokratîk” ji aliyê PKK/KCKê de bihata îlan kirin,  “Kongreya  Civakî ya Demokratîk” û BDPê jî ew bixista jiyanê. Lê bi vê metodê kar nehat meşandin. Ew tê wê maneyê ku gelo BDPê li derveyî vê biryarê ye?

Heger BDPê li dijî vê biryarê be, “xweseriya demokratîk” dê ji aliyê kî/kê ve pêk bê?

Lê heger BDPê “xweseriya demokratîk” dipejirîne, divê bi parlamentoya tirkan re jî pêwendiyên xwe qut bike û parlamenterên BDPê jî divê dest ji parlamenterî berdin.

Rojên pêş dê di vê pirsê de zelaliyek derxe holê.

Pirsa duyem:  “Kongreya Civakî Demokratîk” piştî ku “xweseriya demokratîk” îlan kir, ew tê wê maneyê ku êdî bajarên Kurdistanê ji aliyê ıdarî, siyasî, leşkerî, aborî de dê xweser bin, kongre jî dê desthilatdar be.

Gelek vekirî ye ku bi tevayî Kurdistanê desthilatdar bûna wê ne mimkun e, lê qet nebe divê ciyê BDPê lê desthilatdar e, divê ev sîstema xweser ava bibe.  Ji bona vê jî îradeya BDPê jî gişrîng e û divê ew jî ji biryara “Kongreya Civakî ya Demokratîk” re bibê erê.

Piştî ev biryarê kurd dê daxwaz bikin ku walî û qeymeqamên wan bajaran, hêzên ewlekarî yên wan bajaran jî kurd bin.

Lê xuya ye ku ew jî ne mimkun e.

Pirsa sêyem:    “Kongreya Civakî ya Demokratîk” biryara “xweseriya demokratîk” gorî bajarên ku BDPê lê desthilatdara herêmî ye îlan kiriye. Bajarên din yên Kurdistanê ji derve dimînin. Gelo wê demê ew çawa dibe projeyek kurd û Kurdistanî?

Di heman dem de gelo ew projeya “xweseriya demokratîk” raste rast nabe parçekirina Kurdistanê?

                                                                 *****

Em neçin dûr e û ceribandina miletê din. Ceribandina miletê me li Başurê Kurdistanê jî vê projeyê vala derdixe.

Li Başurê Kurdistanê piştî şerê Xaliçê, herêmek azad ji aliyê Dewletên Yekbûyî ya Amerîka û hevalbendên wê ve hat diyar kirin. Kurd, li wê herêmê ji aliyê siyasî, îdarî, civakî, lkeşkerî de desthilatdar bûn. Hêzên Dewleta Iraqê nikarîn bikevin vê herêmê.

Di sala 1992-an de li Başurê Kurdistanê ji aliyê Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de federalbûn a Iraqê hat pejirandin û Kurdistan wek herêmek federe hat meşandin. Kurd bi her awayî li herêma federe desthilatdar bûm. Herêma federe ya Kurdistanê ji derveyî hukumeta merkezî ya Iraqê xweser jiyana xwe domand..

Vê pêvajoyê heta sala 2005-an domand. Piştî şerê 2003-an li Iraqê bi referandûma 2005-an: Li Iraqê sîstema federal û li Kurdistanê sîstema federe hat erê kirin. Kurdistanê di vê merheleyê de jî, jiyana xwe ya serbixwe  de facto di çarçeweya sîstema konfederal de dimeşîne.

“Xweseriya Demokratîk” ya “Kongreya Civakî ya Demokratîk”, ceribandina Başurê Kurdistanê bê qiyas lkirin, du sîstem û du helwestê cihê ne.
                                                       
                                                                    *****

“Xweseriya Demokratîk” û sîstemên çareserkirina miletên bindest û kolonî yên navneteweyî jî hîç li hevûdu nakin. Miletên bindest, bi sîstema dewleta serbixwe,  dewleta federal, dewletakonfederal dikarin qedera xwe tayîn bikin, xwe bi xwe îdare bikin, li weklatê xwe desthilatdarên siyasî bin.

Hezar mixabin “xweseriya demokratîk” hîç bi awayekî naçe/naşibe van sîsteman.

Amed, 15. 07. 2011 

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Nerîna min :