Polîtîk

Xwepêşanderan dest bi ser tangên arteşa sûrî de girt

Jêdereke mafên mirovan yê Sûrî ragihand ku duhî piştî nîvro artêşa rêjîma Sûriyeyê bi top û tangan berê xwe daye navçeya Ebu Kemal ya li ber sînorê Îraqê û ew navçeya dorpêç kiriye da ku komkujiyan pêk bîne.

Wê jêderê da zanîn ku ji ber ku di roja înê de, çend efserek bi tang û topan ve, ji artêşa sûrî veqetiya bûn û tevlî rêza gel bibûn,  îşev  dê  operesyoneke berfereh ji aliyê artêş û ewlehiya wî welatî ve li dijî Ebû Kemalê dest pê bike.

Li gor Pukmedyayê, ji aliyekî din ve  helîkopterên şer yên sûrî ber êvarê li firokxaneya Qamîşloyê nîştine.

Derbarê wê mijarê de, jêderên agahdar, dibêjin ku ji ber ku di demên dawiyê de, bandora xwepêşanderên Qamîşlo û bajaroka Amudeyê gelek bihêz bûye, hêzên esmanî yên sûrî dê bi helîkopteran bajarê Qamîşlo û bajaroka Amudeyê bombebaran bikin.
 

Li gor hin çavkaniyan hijmareke serbaz û efserên arteşa sûrî bi tangên xwe ve gihiştine xwepêşanderan.

Back to top button