Polîtîk

Daxaz ji Barzanî hat kirin aliyên îraqî pêkbîne

Duhî  yekşemiyê 17.07.2011ê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Eyad Elawî serokê Lîsta Îraqiye û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinê de, her du alîyan rewşa siyasî û e,mî ya Îraqê nirxand û tekîd li ser çareserkirina wan pirsgirêk û astengiyan, yên ku dikevine di rêya pêşiya pêşkeftina pirosesa siyasî li Îraqê, kir ku bi awayekî di çarçoveya parastina berjewendiyên balayên xelkê Îraqê de bên şareser kirin.

Barzanî û Elawî tekîd li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftinameya Hewlêrê û dîtina mekanîzmeke miasib bo pirkirina postên emnî, bi awayekî ku bibe sedemiya Îraqê, kir.

Weke tê zanîn her ji roja pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û heta nuha aliyên siyasî nikarîne li ser namzadên bo wergirtina postên wezaretên emnî li hev bikin, ev yek jî bûye sedemê peydabûna kirîzeke siyasî li Îraqê û noka aliyên siyasî dixazin ku careke din serokê Kurdistanê ji bo çareserkirina vê pirsê rola xwe bilîze.

Back to top button