Kultur

Li Necefê nameyên Mistefa Barzanî tên nîşandan

Endamê Komîteya Arşîvkirin û Belgekirinê yê Necefê Mihemed Kerbasî di daxuyaniyekê de diyar kir ku nameyên  Mistefa Barzanî, di çarçoveya projeya “Necef: Paytexta  Rewşenbîriya Îslamî” de  dê bên nîşandan.

Mihemed Kerbasî, ji AKnewsê re axivî û diyar kir, ku, di çarçoveya xebatên “Necef: Paytexta Rewşenbîriya Îslamî” de, dê name û nivîsîn ku di navbera Barzanî û zanayên îslamî de hatine nivîsandin ku nêzîkî 150 belge ne, dê bên nîşandan.

Kerbasî, derbarê naveroka belge û nameyan de got ku, hinek belge, fetwayê kuştina kurdan in ku ji aliyê zanayên olî ve hatine dayîn û di hinek nameyan de jî, banga biratiya kurd û ereba tê kirin û da zanîn ku ev belge û hinek pirtûk dê bin navê “Necef û Pirsa Kurd” bên nîşandan.

Ji aliyekî din, Mazin Qureyşî, ji AKnewsê re got, piraniya belgeyan pêwendî bi nameyên navbera Barzanî û zanayên Necefê heye ku bi zimanê erebî hatine nivîsandin.

Weke tê zanîn  ku wezîrên rewşenbîrî yên welatên îslamî, di civîna tebaxa 2008ê ya paytexta Azerbaycanê Bakuyê de, biryar dabûn bajarê Necefê yê Iraqê heta 2012ê wek “paytexta rewşenbîriya îslamî” bê naskirin.

Back to top button