Gelo PKK ji bona kûştina (mirina) siwîlan eciz dibe?

Piştî ku PKKê ava bû, Kurdistanî û ne teweya kurd bi tevayî dijmin îlan kir. Kurdistanî kî bûn? Serok eşîrên Kurdistanê bûn. Mîr û beğen Kurdistanê bûn. Axayên Kurdistanê bûn. Şêxên Kurdistanê bûn. Meleyê Kurdistanê bûn. Gundiyên Kurdistanê bûn. Xwendevanên Kurdistanê bûn. Jinên û kal-pîrên Kurdistanê bûn. Partî û rêxistinên Kurdistranê bûn. Kurdperwerên Kurdistanê bûn. Eşîretên Kurdistanê bûn. Ol û mezhebên cüda yên li kurdistanê bûn.

İbrahim GÜÇLÜ

W ek tê zanîn Dewlet Kolonyalîst a Tirk girêdayî hebûna PKKê li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dehsalan e ku operasyona pêk tîne. Di wan operasyonan de gelek gundên Kurdistanê û gundiyê Kurdistanê zirar dibînin û gundiyên siwîl tên kûştin.

PKK vê xeteriyê nabîne û kurdan napêreze. Ji bona gund û gundiyên Kurdistanê zirar bibine zêdetir ji bona wan xeterî çê dike.

Tu wext jî dilê PKKê bi gundiyên kurd yên ji aliye dewleta Tirk de hatine kûştin de neşewitî ye. Ji bona wan daxuyaniyek diyar nekiriye. Heta kûştina siwîlan ew kêfxweş kiriye. Ev mijara li hemberî berpirsiyarên Dewleta Federe ya Kurdistanê bikaraniye.

Lê çend roj bere PKK, cara yekemin e ku piştî operasyona Dewleta Tirk li Herêma Federe ya Kurdistanê ji bona kûştina siwîlekî belavokek belav kir. Di belavokê de eciziya xwe ji bona mirina siwîlekî nişan da. Diyar kir ku dê ji bona wî siwîlî, ji Dewleta Tirk tol bigre.

Dema ku ev nûçeya di çapemeniyê PKKê û çapemeniya kurdî de hat belav kirin, tu kesî bi vê yekê bawer nekir. Ev nûçeya  ji bona  her kurdekî gelek sosret û xerîb hat. Lewra ji bona PKKê kûştina siwîlan pir girîng nîne. Lewra bi xwe bi hezaran siwîl kûştine.

Em binerin ku dîplome û ceribandina PKKê di vê mijarê esasî de çi ye.

PKKê li ser esasa ku ji kurdan re dijminitî bike ava bû. Dewleta kolonyalist ya Tirkji bona kurdan tune bike ,stratejiyeke nû meşand. Di nav kurdan de, ji bona kurdan ji dewleta Kurdistanê dur bixe û Tevgera Neteweyî ya kurdistanê tasfiye bike, li ser navê kurdan PKKê ava kir.

Loma jî piştî ku PKKê ava bû, Kurdistanî û ne teweya kurd bi tevayî dijmin îlan kir. Kurdistanî kî bûn? Serok eşîrên Kurdistanê bûn. Mîr û beğen Kurdistanê bûn. Axayên Kurdistanê bûn. Şêxên Kurdistanê bûn. Meleyê Kurdistanê bûn. Gundiyên Kurdistanê bûn. Xwendevanên Kurdistanê bûn. Jinên û kal-pîrên Kurdistanê bûn. Partî û rêxistinên Kurdistranê bûn. Kurdperwerên Kurdistanê bûn. Eşîretên Kurdistanê bûn. Ol û mezhebên cüda yên li kurdistanê bûn.

HÎLVAN: PKKê bi teşwîka Dewleta Tirk di destpêkê li Hîlvanê li hemberî gele kurd û siwîlan dest bi şer kir. Ji eşîreta Tuysuzan re bû alîkar li hemberî Sileymaniyan şer kir. Di vî şerî bi dehan kesên siwîl, serokeşîr, berpirsên civatê, kurdperwer ji aliye PKKê ve hatin kûştin. Ew kesan bi tevayî siwîl bûn û ne çekdar bûn. 

SÎWEREG: PKKê, li Sîweregê li hemberî Mehmed Bûcak suîkast li darxist. Mehmed Bûcak serokê eşîreta Bûcaxan bû û di hemandem de  parlamentere Partiya Adaletê bû. Sîwereg bi awayekî otonom bû. Hêzên dewletê zede nedikarî Bûcaxan kontrol bikin.

PKKê girêdayî daxwaza Dewleta Tirk dixwest du tiştan bike armanc. Yek armanca PKKê ew bû ku hêzên herêmî yên kurd tasfiye bike. Bûcaxiyên otonom tasfiye bike. Armanca duyemîn jî, li Sîweregê Tevgera Neteweyî, partî û rêxistinên neteweyî yên Kurdistanê xurt bûn. Dixwest wan tasfiye bike.

Loma jî di nav gel û eşîretan de dijitî û dijminitî derxist. Li dijî eşîreta Bûcaxan ji Eşîreta Kirwar  re piştgirî kir. Wî şerî di sala 1979an de dest pê kir, heta Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî domand. Di vî şerî 1000 siwîlî zêdetir kes û kurd hatin kûştin. Gelek kurdperwer û endamên partî û rêxistinên Kurdistanê hatin kûştin. Ew şer a bi deste PKKê hat li darxistin.Ji bona Sîweregê felaketeke mezin çêkir. Di hûndirê salekê de 30.000 kurdan Sîwereg terk kir û çûn di şertên gelek zehmet de li bajarên din yên wekî Diyarbekîrê û Edane ye cîwar bûn. Sîwereg vala bû.

Li Sîweregê kesên hatin kûştin çekdar nebûn, siwîl bûn.

NISEYBÎN-SERÊKANIYÊ-GELEK DEVERÊN DIN YÊN KURDISTANÊ: PKKê li gelek bajarên din yên Kurdistanê jî bû sedem ku gelek siwîl bên kûştin û PKKê siwîlan bikûje. Li Niseybîne û Serêkaniyê vê tabloyê rewşeke gelek trajedîk nişan da. PKK di hemandem de li wan bajaran li dijî KUKê jî şer û kûştin domand.

PKK li Niseybînê dijiyatiya eşîretan jî kur kir. Ji eşîreta Hemoyan re bû hevalbend, êrîşî eşîreta Omeriyan kir. Lewra di hemandem de eşîreta Omeriyan bi awayekî giştî piştgirê KUKê bû. PKKê ew şer a di hemandem de li dijî KUKê kir şerekî. Bi dehan kurdperwer kûştin. 

Di wan êrîşên PKKê de gelek kurdpewer û kurdên siwîl hatin kûştin. Bı hezaran kurdan jî bajarên xwe terk kirin, çûn bajarên Tirkan yên metropole cîwar bûn..

Ew qetlîamên siwîl yên PKKê heta 12 Îlona 1980yî domand.

PKK, serokê Tevgera Kawayê Ferîd Ûzûn şehîd kir, ew kesekî çekdar nebû, siwîl bû.

PKKê endamê Riya Azadî )PSKT) Mistefa Çamlibel kûşt, ew kesekî çekdar nebû siwîl bû.

PKKê gelek endam û berpirsên KUKê kûşt, ew çekdar nebûn, siwîl bûn.

PKKê,endamên DDKDê kûşt, ew jî çekdar nebûn, siwîl bûn.

PKKê, endam û berpirsiyarên Tevgera Têkoşînê kûşt, ew jî ne çekdar bûn, siwîl bûn.

PKKê, tevayî endam û berpirsiyarên Tevgera Pênc Parçaciyan kûştin, ew jî siwîl bûn, ne çekdar bûn.

PKKê, axa, serok eşîr, mixtar kûştin, ew ne çekdar bûn, siwîl bûn.

PKKê ji gelek partî û rêxistinên şoreşger yên Tirkan endam û berpirsiyar kûşt, 

ew jî ne çekdar bûn, siwîl bûn.

PKKê bi hezaran mixaliîfên xwe kûştin. Ew jî çekdar ne, siwîl bûn.

Hejmarên siwîl yên kûştiyê PKKê bê sînore.

PKKê, piştî salên 1980yî jî dev ji kûştina siwîlan berneda, gelek kurdên siwîl kûşt.

Di Şerê xendekan de bi hezaran siwîl kûşt û da kûştin.

Gelek aşkere got ku emê malbata parazvanên gund biqedînin. Loma jî li hemberî wan qetlîameke siwîl pêk anî. 

Piştî ku dest bi şerê çekdarî kir zarok, jin, pîr û kalên kurd kûştin. Qetlîamên mezin çêkirin.

Piştî salên 80yî PKKê li hemû beşên Kurdistanê siwîl kûşt.

Nûha siwîlan li Dewleta Federe ya kurdistanê dikûje. Gundiyan û zarokên wan direvîne dikûje.

Li Şengalê siwîlan dijkûje.Gor lêkolînekê zarokên Şengalî yên ji aliye PKKê ve hatine revandin û bûne leşker, ji yên DAEŞê zêdetir e

PKKê bes siwîlan nakûje, di hemandem de li wan êşkence jî dike.

PKKê li Rojavayê Kurdistanê li siwîlan digre hepis dike û  êşkence dike.  Siwîlan dikuje.

Ev tabloya derdixe holê ku PKKê qetîlê kurdan û însanan e. Rêxistineke faşıst, barbar, hov e.

Gelo PKKê bi ev qerekreta xwe ya barbar û hovane heger kûştina siwîlekî protesto bike, ev bûyereke gelek sosret û xerîb e. 

Ev protestoya li bejna PKKê nayê. 

Ev  rîyakariya PKKê diyar dike.

Ev yeka qetîlbûna PKKê û qetlîamaên PKKê venaşêrîne. 

Lewra Wek min li rêzên jorîn diyar kir û bi salan e ku dinivîsînim  bi deh hazaran kurdên ji aliye PKKê ve hatine kûştin, tên zanîn û di nivîsan de cîh girtine. 

Ênqere-Qoser: 20. 08. 2021

Nerîna min :