PolîtîkRojev

Tirkiye ji ber PKKê tê Herêma Kurdistanê..

Endamê Polîtburoya PDKê û Berdevkê Fermî yê PDKê di hevpeyvînekê de ligel malpera Shar Press de ragihand, PDK civaka Kurdistanê bihêz kir. Herwiha got, artêşa Tirkiyê ji ber PKKê tê Herêma Kurdistanê û bila pirsgirêka xwe ji vir bibin nava axa xwe.

Ji ber şerê di navbera PKK û Tirkiyê de, Tirkiye artêşa xwe aniye ser axa Herêma Kurdistanê. Li ser vê pirsê Mehmûd Mihemed jibilî ku hêvî kir ku êdî Tirkiye artêşa xwe neyne ser axa Herêma Kurdistanê, herwiha hêvî jî kir ku Tirkiye û PKK pirsgirêkên xwe bibin nava axa xwe û li wir ew bi xwe çareser bikin, ku bi şer be yan bi aştî be, ku li ser asta cîhanê riya aştî zêdetir tê qebûlkirin.

Li gorî Mehmûd Mihemed pir girîng e ku Tirkiye û PKK biçin welatê xwe ji ber ku ev welat milkê xelkê wê ye. “Em nabêjin PKK nekurd e, lê PKK nexwediyê vêderê ye. Ew gundên ku li Herêma Kurdistanê dagîr kirine û nahêlin xelkê gund biçin wir, yên wan gundiyan e.”

Berdevkê PDKê wiha domand: “Kurdistana Iraqê xwedî partiyên siyasî û xelk û xwedî ye. Xwedî dîrok e û gelek xwîn û qurbanî daye ji bo ku bighê asta niha. Tirşta ku niha li Başûrê Kurdistanê heye xelkê Kurdistana Iraqê çêkirine. Dema ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê çêbû PKK tune bû. Dema ku Başûr şoreş dikirin û rêjîma Iraqê dişkenand û dihişt ew rêjîm mafên xelkê Kurdistanê nas bike, hîn PKK çênebibû.”

Mehmûd Mihemed wiha got: “Artêşa Tirkiyê ji ber PKKê tê Herêma Kurdistanê. Dema ku PKK nehatibû, artêşa Tirkiyê jî nehatibû ser axa Başûrê Kurdistanê. Tenê sala 1983 – 1984 artêşa wan êriş kir û piştre vekişiya, ew jî ji ber PKKê bû. Hêza Tirkiyê ya ku li Bamernê hebû, wek hêzekê bû ku aştiyê biparêzin, lê piştre hat guhertin, ew jî piştî ku PKK piraniya hêza xwe anî ser axa Herêma Kurdistanê. Li nava axa Tirkiyê pirsgirêkek bi navê doza PKKê tune ye. Doza PKKê hatiye nava axa Herêma Kurdistanê. PKK ji axa Tirkiyê hatiye dûrxistin.”

Wî endamê Polîtburoya PDKê helwêsta aliyên siyasî li ser hebûna PKK li ser axa Herêma Kurdistanê eşkere kir, ku hemû li dijî destêwerdana PKKê ne. “Me ligel aliyên siyasî lihevkiriye û yek ji xalên wê rêkeftinê ew e ku em çawa kar ligel aliyên Kurdî yên perçeyên dinê Kurdistanê bikin û lihev bikin.”

Derbarê 75emîn salvegera damezrandina PDKê, Mehmûd Mihemed ragihand: “Damezrandina PDKê pêwîstiyeke dîrokî bû. PDK civaka Kurdistanê bihêz kir û PDK karî gelê Kurdistanê bi awayekî bihêz bike û ku karîn qonax bi qonax mafên xwe bidest bîne. Beşek ji wan mafên gelê Kurdistanê yên ku PDK ji bo wan hatiye damezrandin, bicîh hatine.”

Back to top button