Gelo hevalgiriya Surî name li ser navê Sînemxan Bedirxan şandiye?
Berî heftiyek li ser navê Sînemxan û bi navê Mîr Bedirxan Paşa ve gotareke bi zimanê Erebî ji bo e-maila bi hezaran Kurdên Suriye re hate şandin.
Li ser e-maila [email protected] nameyek bi navê Sînemxan hate belavkirin ku ev e-mail piştgiriyê li dewleta Suriye dike û ji gelê raperînxwaz û xwepêşanderan dixwaze ku dev ji xwepêşandanan berdin û yarmetiya dewleta Suriye bikin.
Berî du rojan jî Sînemxan Celadet Bedirxan bi kurtî bersîva vê e-mailê da û da zanîn ku ew ne e-maila wê ye û vê nameyê ne wê nivîsandiye. Her wiha dijî wê nameyê Bedirxan piştgiriya her çareseriyeke demokratîk û kesên azadîxwaz û demokratxwazên Kurdên Suriye dike û ew ne ku piştgiriya dewleta Suriye lê belê piştgiriya gelê azadîxwazê li Suriye dike.
Her çende heta niha kesek nizane ev e-mail ji aliyê kî an jî kijan kesan ve hatiye şandin lê belê tê texmînkirin ku li gor naverok û zimanê wê ve diyar dibe ku ji aliyê rêxistina hewalgiriya Suriye ve hatiye belavkirin.