Kultur
Bêrîvan li Tirkiye qedexe ye
Li Tirkiye rê neda filma Bêrîvan. Filma Bêrîvan, ji aliyê derhinêr Aydin Orak ve hatiye çêkirin. Naveroka filmê li ser bûyerên sala 1992-ê li Cizîra Botan bûyîn e. Sala 1992-ê li bajarê Cizîrê di pîrozbahiyên cejna Newrozê de leşkera êrîşê xelkê kir û di encam de 17 kes hatin kuştin û bi sedan birîndar çêbûn. Keçek kurd bi navê Bêrîvan li pêşîya xelkê di nava çelakiya newrozê de pêşkêşî dikir. Bêrîvan 17 salî bû, ew bi xwe jî di bûyeran de birîndar bibû.
Filma Bêrîvan ji bo di sînemayan de bête nîşandan izin ji wezereta çandê ya Tirkiye xwest. Lê mixabin wezaretê izna pêwîst neda filma Bêrîvan. Aydin Oran da xuyakirin ku hêdî şansê wan yê ku vê filmê i Tirkiye nîşan bidin nemaye. Herweha ew hêjî sedema vê biryara wezereta çandê nizanin.