Cîhan

Dostaniya Kurdistanê û Îtalya

Li dêrendazê de hijmareke baş ji berpirsê mezinê siyasî, aborî û her sê Balyozê Iraqa Federal li Îtalya û Vatîkan û Faw û Nûnerê Balyozxaneya Emerîka li Îtalya û hejmarek kesayetiyên rewşenbîrî û dostên gelê Kurd û beşek ji rewenda Kurd li Îtalya beşdarbûn.

Di destêpêkê de xatun Rêzan Saleh Qadir nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya bi xêrhatina amadevanan kir û balkişand li ser asta pêşketiya pêwendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de.

Paşê xatun Anna Jenesiya Bonfrîsko Cîgira Serokê Encumena Senato û Cîgîra Berpirsê Pêwendiyên Derveyê Encumen gotarek pêşkêş kir û damezrandina Komeleya Dostayetiya Îtalya – Kurdistan ji bo milletekî resen bi boneyeke pîroz namzed kir û balkişand li ser wê yekê ku hemûyan bi awayekî hevsoziya xwe ji bo gelê Kurd derdibrin û ev Komele jî derfeteke ji bo hevkarîkirina fermî ya vî gelî.

Birêz Sêrgio De Gregorio Serokê Peymana Nato li Encumena Senato û Parlemena Îtalya li axaftina xwe de behsa rola Serok Barzanî û gelê Kurd ya li navçeyê kir û balkişand li ser girîngiya Kurdistan ya li navçeyê da û behsa rola gelê Kurdistan ya ji bo pêşxistina pêwendiyên Îtalya û Kurdistanê kir û tekez li wê yekê kir ku pêwîste piştgiriya gelê Kurdistanê bête kirin û balkişand li ser wê yekê ku li Îtalya gelek dostê wî gelî heye û li wê çarçêweyê jî da pêşniyaza damezrandina Komeleya Dostayetiya Îtalya – Kurdistanê kir. Bi armanca piştgîriya siyasiya Herêma Kurdistanê û balkişand li ser wê yekê ku ev Komele 100 endaman li xwe digrê ku ji Endamên Senato û Parlemena Îtalî pêkhatine.

Paşê birêz Roko Boteliyone Cîgirê Serokê Parlemena Îtalya gotarek xwend û balkişand li ser siyaseta lêborîniya Herêma Kurdistanê û her wiha behsa wê yekê kir ku Kurdistan li rojhilata navîn de bûye mînak û xweşhaliya xwe bi vê yekê derbirî ku bibê Serokê Fexrî yê vê Komeleyê û piştgîriyê li gelê Kurdistanê bike. Her wiha balkişand li ser wê yekê gelê Kurdistanê tûşî zulm û nehametiyeke mezin bûye lê belê dema azad bû siyaseta tolhildanê nekir û berevajiya wê bûye dema çespandina demokrasiyet û pêkvejiyana li Iraqê da û roleke mezin li aramkirina rewşa siyasî, desthilat û hukimraniya li Iraqê da dît.

Birêz Fuad Husên silav û spasiyên Serokê Herêma Kurdistanê bi amadevanan ragihand û xweşhaliya xwe bi damezrandina vê komeleyê derbirî û balkişand li ser wê yekê ku bi salane dostên Kurd li Îtalya hene lê belê wekî kesek bi serê xwe kar dikirin û niha li nav vê komeleya girîng da pêkve kar dikin ku serkirdeyê siyasiyên Îtalya li xwe digrê û bi navê Serokê Herêmê ve dûbare spasiya wan kir.

Back to top button