Polîtîk

Demirbaş:Dîtina van rojan xewnek bû

Di navbera Şaredariya Bajarê Duhokê ya Herêma Federal a Kurdistanê û Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê de, peymana “hembajariyê” hate morkirin. Şaredariya Sûrê, ji bo şaredariya Duhokê li Parka Sumerê resepsiyonek da û di resepsiyonê de Şaredariya Duhokê xelat kir.

Li gora nûçeya Aknews. Ahmet Türk, Gültan Kışanak, Şerafettin Elçi, Altan Tan, Ferhat Tunç, Şaredarê Duhokê Şervan Abdulwahid Malo, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş û gelek mêvan beşdarî merasima xelatdayînê bûn. Di merasimê de ji bo Şaredariya Duhokê û Walîtiya Duhokê xelata hembajariyê û nîşana hembajariyê hatin dayîn. Her wiha xelata aştî, demokrasî û biratiyê ji Walîtiya Duhokê re hate pêşkêşkirin. Ji ber ku Waliyê Duhokê ne amade bû, hemû xelat ji aliyê Şaredar Abdulwahid Malo ve hatin wergirtin.

Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş ku axaftina vekirinê kir, bal kişand ku sînorên axa kurdan ji aliyê dewletên din ve hatine parçekirin û wiha got, “Dîtina van rojan xewnek bû. Ev xewn îro pir pêk tê. Dil û mêjiyê me sînor nas nekirin û ev sînor ji holê rakirin. Aqûbet li perçeyên din ên mayî.”

Namzedê Diyarbekirê Ahmet Türk jî, bal kişand ser girîngiya yekîtiya di navbera sazî, dezgeh û siyasetên kurdan û domand, “Êz dibêjim, divê beriya her tişti yekîtiya gelê kurd ava bibe. Piştre jî em ê bi gelên tirk, ereb û fars re biratiyê pêk bînin. Gelê ermen, sûryanî gelên pir qedîm in. Ev ax ya wan e jî. Em li ser vê axê azadî dixwazin.” Turk, destnîşan kir ger kurd li Diyarbekirê ji 11 parlamenteran 6 parlamenter derxînin, dê êdî partiyên din nikaribin ji kurdan re bêjin ew temsîliyeta kurdan jî dikin.

sevaxelatePiştre Gültan Kışanak jî axivî. Kişanak, diyar kir ku êdî rista rêveberiyên herêmî di vê serdemê de ji her tiştî girîngtir e û xwest ku rêveberiyên herêmî yên BDP’ê û Herêma Kurdistanê xebatên hevpar bimeşînin. Yek ji namzedên Diyarbekirê Serokê KADEP’ê Şerafettin Elçi jî di axaftina xwe de da zanîn ku tu kes dê nikaribe dil û mêjiyên kurdan perçe bike û kurd dê her rojekê bigihijin armanca xwe.

Di şeva xelatê de, Hozan Cafer kilameke dengbêjiyê û seydayekî kurd jî helbestek ku li ser vê şevê amade kiribû, xwendin.

Back to top button