Civak

Îdamkirina Şêrko Marefî rawestînin!

Serokomarê hêja û birêz,

Em 6000 kês ku li Awusturyayê dijîn, jinûmêr, ji nasnameyên cewaz weke alman, faris, turk, kurd û çandên din, di bin platforma bi navê ”Îdamên li Îranê Rawestînin” de kom bûne. Endamên platformê ji hemwelatiyê Awusturya û yên li derveyî welêt pêk tên.

Weke canebê We jî zane, li Îranê hejmara îdamên li dijî jin, mêr û ciwanan ji ber sedemên polîtîk, olî anjî cinsî pêk tên, her roj zêdetir dibin. Bilindbûna hejmara kesên li Îranê têne îdamkirin, li cem me xemginiyek mezin pêk dihêne. Armanc û daxwaziya me wisa ye: Divê rejîma Îranê rêz û hurmetê ji ”hiqûqa navnetewî” re nîşan bide ku ew peymanên bingehîn yê ”mafê mirovan” û ”azadiya civakî” garantî dike, û cezayê bidarvekirinê napejirîne.

Li gorî rapora Amnesty International-AI di sala 2010 de li Îranê 552 kes, jin, ciwan û mêr hatine îdamkirin. Hejmara îran fermî îlan kiriye, îdamkirina 252 kesan e. Lê agahdariyên AI ku pişta xwe didin belgeyan eşkere dike, hejmara kesên hatine bidarvekirin, 300 kes zêdetir e, anku 552 kes in.
2011 an de hejmara kesên têne bidarvekirin zêdetir dibe û wisa bidome hejmara îsal dê ji sala derbasbûyî pir zêdetir û mezintir bibe.

Yek ji wan kesê li ber darê ye Şêrko Marefî ye (31). Marefî di zindana Saqiz ê de ye. Giraniya xebatên wî çandî bû û ji ber xebatên xwe kete ber êrîşa rejîma Îranê, hate girtin, îşkencekirin û paşê jî derxistin pêşberî dadgehê. Dadgehkirina wî çend deqîqe girt û bi îdamê hate cezekirin.

Pir eşkere ye ku, biryara dadgeha Îranê ne li gorî ”normên hiqûqî” ye. Îran, peymanên navnetewî ya ”mafê xwe parastinê”, ”dadgehkirinekî usulî” û ”qonaxa îfadegirtin û cezekirinê” û ”mafê mirovan” garantî dike, nas nake. Rejîma Îranê peymanên navnetewî ku ji aliyê EU ve jî hatiye formulekirin û pejirandin binpê dike.

Birêz û hêja Serokomar,

Hêviya ”platforma me” ji canebê te, weke Serokomar, Rêvebirê Dewleta Awusturya û Şexsiyetek ku rêz jê re tê girtin ew e ku, Hûn bibin piştgirê kampanya me, da ku rê li ber îdamkirina Şêrko Marefî bê girtin. Em tev endamê platformê ji cenabê Te daxwaz dikin ku, li ser navê Hikumeta Awusturyayê gavan bavêje û zextê deyne ser Îran da ku Şêrko Marefî azad bibe. 6 Nîsan 2011, Viyana.

Bi silavên dostaniyê

Platforma ”Îdamên li Îranê Rawestînin

EuroKurd News

Back to top button