Polîtîk

Barzanî: Hatina Turkîsh Airlines pêngaveke erênî ye

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selahedînê pêşwazî li wezîrê darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek û rêveberê giştî yê hêla asmanî ya Tirkiyê (Turkish Airlines) Hamdî Topçu û şanda ligel kir.

Di hevdîtinê de ku wezîrê darayî yê herêma Kurdistanê Bayiz Talabanî, wezîrê çavkaniyên xwezayî Aştî Hewramî û berpirsê fermangeha peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa amade bûn, wezîrê darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek, nûçeya yekemîn geşta firokevanî ya hêla asmanî, Turkîsh Airliens gihand Barzanî û bal kişand ser peywendiyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê da.

Şîmşek ku bi kurdî dest bi axaftina xwe kir, piştre bi tirkî û dîsan bi kurdî qedand, got ku, hikûmet û gelê Tirkiyê dixwazin ew peywendiyên han ber bi pêş de herin bi awayekî ku di xizmeta herdû aliyan de bin. Herwiha geştên firokevanî yên Turkish Airliens jî dibin sedemeke hevkar bo wan peywendiyên dîrokî ku gelê Kurdistan û gelê Tirkiyê bihev ve girêdidin.

Wezîrê darayî yê Tirkiyê da zanîn ku Tirkiye girîngiyeke zêde dide aramî û pêşketina herêmê û di wî warî de pîrozbahî li serok Barzanî kir bo wê aramî û pêşketina ku li herêma Kurdistanê dixwiye. Şîmşek herwiha hêvî kir ku pêşketineke zêdetir çêbibe û amadebûna hikûmet û kompanyayên Tirkiyê jî pêşan da bo avakirina herêmê di hemû waran de.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi vekirina hêla asmanî ya Turkish Airliens sipasiya hikûmeta Tirkiyê kir û got:

– Vekirina vê xeta asmanî dibe alîkariyeke baş bo herêma Kurdistanê û em bi vê pêngavê kêfxweş in. Herwiha pêngaveke pozîtîf dibînin ji bo pêşdebirina peywendiyan, ew peywendiyên ku bi serdana vê dawiyê ya serokwezîrê Tirkiyê bo herêma Kurdistanê gehiştin zîrveyê.

Derbarê wan karên ku şîrketên Tirkiyê li herêma Kurdistanê encam didin, Barzanî tekez kir ku şîrketên Tirkiyê bi awayekî çalak karekî paqij dikin û hêvî kir bi van karên xwe rolekî pozîtîf di avakirina herêma Kurdistanê de bibînin û herêm jî amade ye karasaniyê ji wan re bike.

Back to top button