Di merasima vekirina Turkish Airlines de, wezîrê tirk bi kurdî axivî

Îro demjimêr 11:40 berî nîvro, li gor dema Hewlêrê, yekem balefira xeta asmaniya Turkish Airlines ya tirkî li balefirgeha Hewlêrê ya navdewletî dada.

Her yek ji Mihemed Şimşik wezîrê darayê yê Tirkiyeyê, Hemdî Topçu serokê rêvebirya xeta asmaniya Tirkiyeyê û zêdetir ji 40 karsaz û xwedî kompaniyên tirkî di nav yekem balefira xeta asmaniya Turkish Airlines de bûn û li balefirgeha Hewlêrê ya navdewletî ji aliyê Bayîz Talebanî wezîrê darayî, Aştî Hewramî wezîrê derametên xwezayî, Enwer Cebelî wezîrê guhastin û gehandinê, Sefîn Dizeyî wezîrê perwerdeyê, Sînan Çelebî wezîrê pîşesazî û bazirganî, Kameran Ehmed wezîrê avadankirinê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma kurdistanê, Newzad Hadî waliyê Hewlêr û hikmareke mêvanan ve hatin pêşwazî kirin.

Di merasimekê de xeta asmaniya Turkish Airlines hat vekirin û Newzad Hadî waliyê Hewlêrê di gotara vekirinê de got ku vekirina xeta asmaniya Turkish Airlines û hatina wezîrê darayî yê Tirkiyeyê û şandeya pê re bo herêma Kurdistanê nîşana peywendiyên bihêzên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ne.

Hemdî Topçu serokê îdareya xeta asmaniya Turkish Airlines di gotara xwe de got serdana vê dawiyê ya serokjwezîrê Tikiyeyê bo herêma Kurdistanê dê gelek aşitî, xêr û xweşiyê bi xwe re bîne.

Topçu got ku seferên Turkish Airlines bo Hewlêrê destpêkê di di heftirê de du caran be, paşî dê bibe pênc caran û di paşerojê de dê bibe seferên rojane.

Enwer Cebelî wezîrê guhastin û gehandinê yê hikûmeta herêma Kurdistanê di peyva xwe de sipasiyên hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeşî xeta asmaniya Turkish Airlines kir û amadeyîya herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û hevahengiyê nîşande û got serdana mezine berprisên tirk bo herêma Kurdistanê nîşana berfirehbûna têkliyên her du aliyan e.

Wezîrê darayî yê Tirkiyeyê bi zinamnê kurdî gotara xwe pêşkeş kir û got:

– Ez xelkê bajarê Batmanê me. Silavên xelkê welatê Tirkiye û bajarê batmanê digihînim we,. Serdan serokwezîrê Tirkiyeyê bo vê herêmê, ji bo xurtkirina têkeliyên navbera me her du aliyan bû, lê serdana min ji bo xurtkirina têkeliyên domdirêj e.

– Destbikarbûna xeta asmaniya Turkish Airlines bo vê herêmê nîşana xurtbûna têkeliyên navbera herêmê û Tirkiyeyê ye. Ji bo me îstîqrar û pêkeftina vê herêmê gelek giringe,, me û we dîrokek dirêj, ol û cografiya bi hev re heye.

Nerîna min :