Tawanek mirovatiyê: Anfal

 Kesên ku şahidiya Enfalê kirine dibêjin ne mimkûn e mirovekî wê hovîtî û wehşeta wê demê dîtine ya wan rojan ji bîr bike. Hevwelatiyê bi navê Ehmed Elî şahidiya xwe ya wehşetê bi van hevokan anî ziman: “Hê jî qêrîna zarokên bê guneh ên ji aliyê rejima Baasê ve hatîn qetilkirin li ber guhê min e.”

Li her çar parçeyên Kurdistanê Kurdan gelek zilm û zordarî dîtine û ev zilm hê jî berdewam e. Yek ji zordariya herî mezin a li ser Kurdan çêbû jî li Herêma Kurdistanê Enfal e. Bi qetliama Helepce û Enfalê komkujiyê dest pê kir. Ji xwe beriya qetliam û Enfalê jî Kurd li ber zilm û zordariya rejima Baasê bûn. Li ser vê mijarê kesên ku şahidiya Enfalê kirine, nêrînên xwe ji DÎHA-yê re anîn ziman.

Ehmed Eli: Em bi casûsiya Îranê sûcdar dikirin

Hevwelatiyê bi navê Ehmed Elî yek ji wan kesên ku di malbata wî de dayika wî û gelek ferdên din bûne qûrbaniyên wehşeta Rejîma Baas û ew bi xwe jî ji Enfalê rizgar bûye. Eli da zanîn ku dema Enfala sêyemîn dest pê kir li Germiyan bi awayekî dagirkerane hat destpêkirin û got. “Kirinên li Germiyanê gelek dijwar bûn. Wê demê gelê belengaz bi hinceta ‘hûn casûsên Îranê ne’ em digirtin. Melayên digotin Enfal heram e ji aliyê rejima Sedam ve hatin îdamkirin”.

Elî diyar kir ku bi çavê xwe didît çawa zilmdikirin, heta niha qêrîna zarokên bê guneh li ber guhê wî ye û wiha pêde çû. “Li Kane Resul cehşên Sedam komek mirov û dayika min jî di nav de girtin û ew birin Xuretû û piştî wê birin Topzawa. Li Topzava jin û zilam ji hev cuda kirin, bi şev jî hemû li otomobîlên sergirtî siwar dikirin û dibirin dereke din lê kesî nedizani ew birine ku derê. Mirov bi saxî bin ax dikirin, gelek kesên bê guneh, zarok, jin, hemû qetil dikirin.”

Ebdulxaliq Qadir: Rejîma Baas bi awayekî hovane êrîşî me kir

Ebdulxaliq Qadir pêşmergeyê Partiya Komunîst a Kurdistanê ye ku di Enfalê de dû bira û xwîşkeke xwe yên bi navê Birahîm Qadir Ezîz, Kerim Qadir Eziz û xwîşka wî Îsmet Qadir Ezîz hatine Enfalkirin. Ebdulxaliq Qadir da zanîn ku rejîma Baas bi hemû çekên giran êrîşî Kurdan kiriye û got: “Bûyera Enfalê bi armanca qirkirin û jinavbirina gelê Kurd hat destpêkirin, di van bûyerên ne mirovane de min du bira û xwîşkeke xwe winda kir.” Qadir da zanîn ku heta niha li gor agahiyên wergirtine dibêjin xwîşka wî hê sax e, li ser vêna gelek serlêdan kirine, lê heta niha tiştek bi dest nexistine.

Navê xwişka Ebdulxaliq Qadir di belgeya Muxabaretê de heye

Di belgeya bi Erebî, ku bi îmzeya (şanenav) Rêveberê Muxabaratê yê Kerkûkê hatiye amadekirin navê xwişa Ebdulxaliq Qadir, Îsmet Qadir Eziz jî heye. Belgeya ji aliyê Rêveberê Muxaberatê ve hatiye amadekirin wiha ye:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan… Hejmar: 1101, Dîrok: 01.12.1989-Ji bo Rêveberiya Giştî ya Muxaberatê… Mijar: Kar û barên hatine kirin. Bi erka ku Fermandariya Siyasî daye, me pêngavên yekemîn û duyemîn ên operasyona Enfalê pêk anîn. Di van operasyonan de bi awayekî bikom keçên ji 14 salî heta 29 salî hatin berhevkirin û desteserkirin. Li gor fermana we daye me hin ji wan şandin klûbên şevê (meyxane) û kerxaneyên li Misirê. Li ser daxwaza we em nav, paşnav û emrê wan keçan dikin lîste û ji we re dişînin. Em van agahiyan pêşkêşî zanîna we dikin.”

Navên keçên bo Misrê hatine Firotin:

Gelavêj Adil Îbrahim (12)

Çîmen Nazim Abbas (23)

Leyla Abbas Cevher (29)

Naîma Qasim Omer (18)

Peyam Şukur Mustafa (19)

Hurasan Abdullah Îbrahîm (20)

Qedriye Ahmet Îbrahîm (22)

Kulîlk Îbrahîm Alî (19)

Hevle Ahmet Fehreddîn (25)

Îsmet Qadir Ezîz (24)

Necîbe Hasan Alî (18)

Hasîbe Emîn Hemze (21)

Şilê Hasan Alî (20)

Şukriye Rustem Mehmet (22)

Hasîbe Hamadamin Îbrahîm (15)

Kuestan Abbas Mewlîd (21)

Sirve Osman Ekrem (12)

Sozê Mecîd Behrem (29)

Li ser vê agahiyê jî Ebdulxaliq Qadir wiha axifî: ‘’Piştî Enfalê di salên 91-ê de min bi xwe serî li Dadgeha Bexdaya Sedam da, lê belê dadwer, ew agahî derew derxistin. Herî dawî ji bo vê bûyerê min serî li Serokomarê Iraqê yê Kurd Celal Talabanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daye lê heta niha tiştek bi dest neketiye.’’
Bi çêkên giran êrîşî gundê me kirin .

Huseyin Feteh jî yek ji wan kesan e ku di malbata wî de bira û mamekî xwe winda kiriye û got: “Êrîşa hovane ya rejîma Baas a li ser gelê Kurd çêbûye ya herî mezin êrîşa li ser Germiyan bû. Di encam de bi deh hezaran kes hatin kuştin, ên ez dizanim 101 kes ku di nav de bira û mamê min jî hebûn, gelek ciwan û jin û zarok jî hebûn hatin qetilkirin.” Her wiha Feteh da xwiyakirin ku gundê wan bi firoke û çekên giran hatiye bombekirin û got: ‘’Bi van êrîşan xwestin dengê Kurdan qut bikin lê Kurd her tim li ser piya man û ew ê rizgar bibin.

 2 mehan xwarin nedan me
Jina bi navê Resme Reşît jî êş û janên xwe yên di dema Enfalê de anî ziman û got rejîma Baas zilm û zordariyeke mezin li wan kiriye û wiha berdewam kir: “Ez 6 mehan mam di zindanê de, carekê têlek ceryanê danîn ser çavê min û heta niha jî demarên çavê min xirab bûne. Di zindanê de 2 mehan xwarin nedan me” Her wiha Resme Reşît da zanînku li ber çavê wan dayikek miriye û zaroka wê ya biçûk ji ber çû û ji ser nedirabû û diqêriya.” 

Zeynep Elî jî êş û zordariya di zindanan de dîtiye wiha anî ziman: “Di dema Enfalkirinê de em girtin û birin, carnan hefteyekê em li deverekê diman û piştî wê dîsa em dibirin devereke din. Ger seyara em pê dibirin sergitî bûya me xwe kuştî dizanî. Lê ger vekiriba me xwe azad hesab dikir.” Zeynep Elî di dawiyê de got ku di encama Enfalê de ji aliyê Rejîma Baas ve du xwişk û birayên wê û hevserê wê hatine qetilkirin.

 

(Rudaw)

Nerîna min :