Serokê YNKê Bafil Talebanî derbarê peymana navbera Fermandarê HSD)êMezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara de hatî îmzekirin de daxûyaniyek ragihand.
Daxuyaniya Bafil Talebanî wiha ye:
“Rêkeftina birêz Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer bi germî pêşwazî dikim.
Ev yek ji bo xurtkirina jiyan û xebata hevpar a li Sûriyeya nû gaveke girîng û erênî ye.
Ev yek rêya herî rast e ku aramiya siyasî û ewlehiyê bi xwe re tîne û me ji destpêkê daxwaza wê kir û em ji bo wê xebitîn.
Ev gav ku mafê gelê me li Rojava û hemû pêkhateyan diparêze, em hêvî dikin bibe destpêka nû ji bo avakirina welateke demokratîk û li ser daxwaziya gel ku destûr bingeha xebat û hevpariyê be.
Weke her tim em dê piştevanê birayê birêz Mezlûm Ebdî ji bo bicihkirina aştî û aramiyê li herêmê bin.”