Hikûmeta demkî ya Sûriyê ragihand ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re lihevkirinek pêk hatiye.
Di daxuyaniya Rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a Sûriyeyê de hat ragihandin ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re têkildarî tevlîbûna nava artêşê lihevkirinek pêk hatiye. Dîmenên dema ku Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê HTŞ’ê Mihemed El-Colanî (Ehmed El Şara) peyman îmze kirin ji SANA’yê re hatin parvekirin.
Peymana ku li Şamê hatiye îmzekirin ji 8 xalan pêk tê. Rêkeftin bangên dabeşbûnê, axaftinên nefretê û hewildanên gurkirina nakokiyan di nav Sûriyê de red dike ku yekitiya wê tehdîd dike. Gorî peymanê; Civaka kurd wê weke beşeke Sûriyê wê asayîşa destûrî bidest bixe. Hemû tehdîdên li ser ewlekarî û yekitiya Sûriyê dê bi hev re têbikoşin.
Xalên peymanê
1- Garantîkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nûneratî û beşdariya wan di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, li ser bingeha jêhatîbûna wan, bêyî cudahiya olî û neteweyî.
2- Civaka Kurd weke hêmaneke bingehîn a dewleta Sûriyeyê bê qebûlkirin û mafê welatîbûnê û destûrî bê garantîkirin.
3- Agirbest li seranserî xaka Sûriyê pêk were.
4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) di çarçoveya rêveberiya dewleta Sûriyeyê de bên yekkirin; Deriyên sînor, firokexane û qadên neft û gazê dê bikevin bin kontrola dewletê.
5-Vegera hemû penaberên Sûriyê bo bajar û gundên xwe dê bê garantîkirin û parastina wan jî ji aliyê dewleta Sûriyê ve bê kirin.
6- Di şerê li dijî bermahiyên rejîma Esed û pêkhateyên ku ewlekarî û yekitiya welat tehdîd dikin, dê piştgiriya dewleta Sûriyê bê kirin.
7- Bangên dubendiyê, gotinên nefretê û hewldana gurkirina dubendiyê di nava civakê de wê bên redkirin.
8- Komîteyên cîbicîkirinê dê kar bikin daku heta dawiya salê rêkeftin bi temamî were cîbicîkirin.”