Cîhan

Gav bi gav Musil tê kontrolkirin

Fermandariya operasyona Mûsilê ragihand, hêzên Iraqî îro avahiya zanîngeha Mûsilê kontrol kirin û berve koşka Serokatiya Zanîngehê bi pêş ve diçin, di demeke nêzîk de wê kontrol dikin.Duh hêzên Dijeterorê komelgeha îdariya Mûsilê kontrol kirin, ji nava wan avahiya parêzgariyê, Encûmena Parêzgeha Neynewayê, Qeymeqamiya Mûsilê û Fermandariya Keştûkal û Plandanan û Xanûberê bûn.Hêzên Iraqî îro jî taxa Yerimçe li aliyê çepê yê Mûsilê kontrol kirin û polîsa federal jî riya Mûsil û Kerkûkê kontrol kirin.Qonaxa duyem ya operasyona Mûsilê 29 Berçileya 2016an dest pê kir, Fermandarê Hêza Dijeterorê Ebdilwehab Saidî jî ji K24ê re ragihandibû, di çend rojên bê de tevahiya aliyê çepê yê çemê Dîcleyê rizgar dibe.

Back to top button