PDK hişyariyek tund dide têkderan

Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebceyê, li hember hewlên êrişkirina ser baregehên PDKê yên li Silêmaniyê di bin navê xwepêşandan û kombûnên neraziyê de hişyariyek tund da û ji berpirsên bajarê Silêmaniyê xwast, ku rê li hewlên bi wî coreyî bigirin. Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrataka Kurdistanê li Silêmanî û Helebceyê, îro înê 13ê Çileya 2017ê di daxuyaniyekê de ku li ser navê berdevkê wê encumenê Eta Şêx Hesen belav kir, derbarê encamdana xwepêşandanan li pêşberî baregehên PDKê û di bin navê xwepêşandanan de êrişbirina ser wan baregehan hişyarî da. Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebceyê dibêje: “Em agahdarin ku duh û îro li pişt deriyên daxistî yên aliyeke siyasî, civîn hatiye kirin, da ku bi mebesta ajawe û têkderiyê xelkek bi navê xwepêşander bişînin pêşberî baregeha Encumena Serkirdatî yan Liqa 4 a PDKê li Silêmaniyê.” Di daxuyaniyê de PDK bi tundî hişyariyê dide û dibêje: “Em hemû aliyan ji vê pîlanê agahdar dikin, û di heman demê de em daxwaz ji aqilmendên vî bajarê xoştevî dikin, ku rê li têkderiya wê destyê û taqimê birgirin, ku bi aramiya Kurdistanê û pêşveçûna gotûbêjên navbera PDKê û YNKê kêfxweş nînin.” Encumena Serkirdatiya PDKê ya li Silêmanî û Helebceyê ji dezgehên ewlehiyê yên Silêmaniyê jî dixwaze ku rê nedin alozî li pêşberî baregehên wan derkevin û li ser wê yekê hişyariyê dide wan û wiha dibêje: “Em daxwaz ji dezgehên ewlehiyê jî dikin ku rê nedin aloziyê li berdem baregehên me derxin, berovajiyê wê yekê, berpirsatiya her bûyerekê û encama wê jî dikeve stuyê wan.” Di berdewamiya daxuyaiyê de tê gotin, ku li ser hewlên Serokê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebceyê Edhem Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî razî bûn ku bi nûnerên mamostayên nerazî re bicivin, ku duh pênşemî li Hewlêrê pêşwaziya nûnerên mamostayên nerazî kirin. Herwiha Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebceyê destnîşan dike: “Em tekez dikin ku xwepêşandana vê carê, ji çarçoveya xwepêşandanê derdikeve û dibe pîlaneke têkderiyê, ku ji aliyê aliyeke siyasî ve tê arastekirin, ku ew jî di berjewendiya ti aliyekê de nîne, û me jî dixe ser wê rêyê ku em bi çavê xwepêşander û xwepêşanderên sivîl temaşeyê wan nekin.”

Nerîna min :