Polîtîk

PKK rêxistinek teroriste û divê ji Şingalê derkeve

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê John Dorrian got; “PKK rêxistineke terorîstî ye û divê ji Şingalê debikeve.” John Dorrian ji Rûdawê re ragihand; “Hêzên hevpeymanan di şerê Mûsilê de heta niha 9 hezar mûşek avêtine pêgehên DAIŞê. Ji vir şûnve jî dê ji bo alîkariya hêzên iraqî bombebaranên me berdewam bikin.” Dorrian diyar kir, ku DAIŞ di nav Mûsilê de xelkê sivîl weke mertalên zindî bikar tîne û got; “Armanca hêzên iraqî jî parastina sivîlan e. Ev yek jî dibe sedem ku operasyona Mûsilê hêdî bimeşe.” Derbarê geşedanên dawîn ên operasyona Mûsilê de jî Berdevkê Hevpeyamanan da zanîn, ku planeke baş ji bo operasyonê hatiye dariştin û leşkerên Iraqê ber bi Zanîngeha Mûsilê ve pêşve diçin. Li ser mijara hebûna şervanên PKKê li Şingalê jî John Dorrian wiha got; “PKK rêxistineke terorîstî ye. Em li gel wê yekê de ne divê ji Şingalê derbikevin. Di Iraqê de em tenê ligel Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge danûstandinê dikin.” Dorrian eşkere kir, ku li bajarê Dêrezora Sûriyê jî di encama operasyoneke taybet de du berpirsên pilebilind ên DAIŞê hatine kuştin.

Back to top button