Nivîsar

Fundamentalîst ji rojavayîbûnê ditirse

 

Helen Ebdulla ku wekî Helly Luv tê naskirin vîdyoya xwe weşand, “Risk it All”, di sibata 3yemîn de û piştî wê sedan hezaran kes vîdyoyê temaşe kirin di YouTube de.

Lê gelek kes neeciband jî û hunermenda 25-salî bi mirinê hat tehdît kirin piştî weşandina vîdyoyê, ku bi piranî li kela Hewlêrê hat çêkirin, ji ber cil û kincê xwe.

“Gelek tehdîtên mirinê heye li dijî wê … piranî ji aliyê medyayên sosyal,” menajerê wê Gawain Bracy got.

Ji rojnameya Berîtanya, The Guardian, re Ebdulla got:

“Min xwest tiştekî wekî şoreş çêkim, tiştekî nû ku kesek heta niha nedîtiye.”

Li gorî Sara Omer, nivîskarê û şaîrê Kurd ku di zankoya Danîmarkê de zanîna siyasî dixwine, tehdîtên dijî Ebdulla nîşana îslamîzekirina civatê ye. Ev dibêje ku hîn komên îslamî dixwaze kes li gorî qanûnên olî tevbigere.

 “Hîn komên oldar îslamê wekî qanûn û sîstemeka ideolojîk û siyasî dibînin. Bo wan şert e qanûnên civatê li gorî îslamê bin. Luv bi vîdyoya xwe derbasî sînorên olî yên îslamî bûn,” Omer got.

Saliha Marie Fetteh bi Omer re hemfîkîr nîne. Fetteh mamosta ye di zankoya Başûrê Danîmarkê de. Pispor e di jin û îslamê de û berê li Iraqê xwendiye. Li gor wê sedema tehdîtên dijî Ebdulla ne îslamîzekirinê ye.

“Yên ku li dijî Helly Luvê derdikevin ne pêwîst e misilmanên dîndar in, lê kesen paşveruhî û adetperest in. Ew ne hut bûn jinên bi kincên wisa bibînin, ji ber ku adeta herêmî wisa nîne,” Fetteh got.

Her wisa Fetteh dibêje ku li Herêma Kurdistana Iraqê gelek salan in problem bi kuştinên namûsê, sinnetkirina jinan û tund li jin hene. 

“Tevî ku gelek tiştên serkeftî li Iraqa Bakur, bîrûbaweriya adetperestan derbarê rola cinsan winda nebûn,” Fetteh got.

Serdar Şerîf, lêkolînerê PHD di zankoya Duhokê de, bawer dike ku fundamentalîstên olî li dijî vîdyoyê derdikevin ji ber ku ji rojavayîbûnê ditirsin.

”Tirsa fundamentalîstan eve ku bandora kultura Rojavayê li kultura îslamîya Kurdistanê hebe.” 

Şerîf jî dibêje ku di salên dawî li Herêma Kurdistana Iraqê kultura îslamî ji aliyê partiyên siyasî pêşve çûn. 

“Tesîra wan partiyên îslamî mezin bûn, bi taybetî ji ber pêşveçûna teknolojîya enformasyonê, televîzyon û medya. Berê organîzekirina siyasî li meydanên bajaran bûn, niha li hemberê televîzyon e,” Şerîf got. 

Helen Ebdulla li Urmiyeya Kurdistana Iranê hate dinê, lê eslê wê ji Duhokê ye. Li Fînlandiya mezin bûye û niha li Emrîka dijî.

Tevî tehdîtan, Ebdulla dîsa jî li Kurdistana Iraqê ye û li duyemîn vîdyoya xwe dixebite.

 

Deniz B. Serinci

KOPENHAG, Danîmarka 

 

 

 

 

Back to top button