Nivîsar

BDP diçe Şivan Perwer dimîne

Li gor nûçeyên rojnameyên Tirkiyê, ji bo Newroza îsal ya Diyarbekirê Şivan Perwer nehatiye dawet kirin û BDP xwestiye ambargo deyne ser Şivan Perwer.

Li vî derbarî de Zubeyde Zumrut Seroka Rêxistina BDP ya Diyarbekir daxuyaniyek daye vê yekê piştrast kiriye. 

Birastî nûçeyên bi vî rengî van pirsan tîne bîra mirov. Zubeyde kiye ku Şivan Perwer dawet neke? ev BDP kiye ku xwediyê wê axê wekî biyaniyek bibîne? Diyarbekir axa Şivan Perwer e û BDP ji ku hatibe wê dîsa here wir û lê Şivan Perwer û berhemên wî û doza wî û Kurdayetiya wî dê heta hetayê bimîne.

Back to top button