Fransa pêşwaziya lihevkirina Ebdî û Şara dike
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di peyamekê de pêşwaziya lihevkirina navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera kir û got, “Divê ew lihevkirin maf û ewlehiyên hevparên me yên Kurd gerentî bike û em li ser piştevanîkirina Kurdên Sûriyeyê berdewam dibin.”
Jean-Noel Barrot her di wê peyamê de tekez kir, divê şerê li dijî DAIŞê berdewam be, ev jî di demekê de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk wekî hêza serekî ji bo şkandina DAIŞê û gef û metirsiyên wê li Sûriyeyê tê hesibandin.
Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî duhî (Duşem, 10.03.2025) civiyan û li ser çend xalan li hev kir.
Serokatiya Komara Sûriyeyê ragehand, “Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî li hev kiriye ku HSDê bixin nav sîstema hêza bergiriyê ya niştîmanî ya Sûriyeyê, herwesa li hev kiriye ku tevaya dezgehên sivîl ên bakurê rojhilata Sûriyeyê jî, wekî deriyên sinorî, balafirxane û zeviyên petrol û gazê, bi Şamê re girê bidin.”
Çavkaniya navbirî amaje jî da, “Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî di wê lihevkirinê de tekez li ser yekparçeyîya axa Sûriyeyê û redkirina parvekirina Sûriyeyê kir.”
Herwesa li dû wê lihevkirinê, divê mafên hemî Sûriyeyîyan ji nûnerîtî û tevlîbûna di piroseya siyasî û tevaya dezgehên din ên dewletê de li ser bingeha jêhatîbûn û hejîtî û dûrî her paşxaneyeke olî û nejadî parastî bin.