CîhanRojev

DYA pêşwaziyê rêkeftina Şara û Ebdî dike

Wezereta derve ya DYA di derbarê rêkeftina navbera desthilata Sûriyê ya demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk de daxûyaniyek ragihand û di daxûyaniyê de pêşwaziyê li vê rêkeftinê dike.

Daxûyanî wehaye:

Amerîka pêşwaziyê li rêkeftina ku vê dawiyê hat ragihandin di navbera desthilata Sûriyê ya demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk de ji bo entegrekirina bakurê rojhilat di nav Sûriyeyeke yekgirtî de, dike.

Dewletên Yekbûyî piştgirîya xwe ji bo veguheztina siyasî ya ku rêveberiya pêbawer û ne-mezhebî wekî riya çêtirîn nîşan dide ku rê li ber pevçûnên zêdetir bigire, dubare dike. Em ê bi berdewamî li biryarên ku ji hêla rayedarên demî ve hatine girtin, bi fikar binerin ku tundûtûjiya kujer a vê dawiyê ya li dijî hindikahiyan.

Back to top button